17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji 3 milyonan zêdetir ukraynî koçber bûn

Li gorî agahiyên Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) heta niha ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 3 milyon û 557 hezar û 245 kes koçî derveyî Ukrayna bûne.

Li gorî UNICEF’ê herî kêm 1 milyon û 500 hezar zarok di nav kesên Ukrayna terk kirine de ne.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan jî diyar kir ku heta niha li Ukraynayê 6 milyon û 480 hezar kes koçber bûne û 186 welatiyên biyanî yên berî şer li Ukrayna bûn, niha jê derketine.

Koçberên Ukrayna herî zêde li Polonya, Romanya, Moldova, Macaristan û Slovakyayê bicih bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres duh ji Rûsya xwestibû ku dawî li şerê xwe yê li Ukrayna bîne û gotibû ku divê danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukrayna de, bi awayekî cidî werin birêvebirin.