19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber gotinên wî yên çekên kîmyewî doz li Demîrtaş  hat vekirin

Ji ber gotinên wî yên ji bo bikaranîna çekên kîmyewî der barê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de doz hat vekirin.

Koma Parastina Demîrtaş, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber gotinên wî yên ji bo bikaranîna çekên kîmyewî der barê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de doz hatiye vekirin. Komê, da zanîn ku ji ber parvekirina wî ya di 19’ê cotmehê de ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve bi angaşta “propagandaya rêxistinê” û “biçûkxistina sazî û dezgehên dewletê” doz li Demîrtaş hatiye vekirin.

Komê, der barê mijarê de bi domdarî ev agahî dan: “Bi hinceta ‘êrişa li dijî rûmet û rêzbariya TSK’ê’ doza tazmînata manewî ya 100 hezar lîreyan hatiye vekirin. Gotinên birêz Demîrtaş, dikeve ber mafê azadiya xweîfadekirinê. Gotinên ku weke sûc tên nîşandan, sûc nînin. Lewma jî tu eleqeya doza hatiye vekirin û serlêdana sûc bi hiqûq û aqil re nîne. Em ê dev ji parastina birêz Demîrtaş bernedin.”