6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bersûcên Malbata Şenyaşar 2 kes kuştin

Malbata Şîmşek ku xizmên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz in û destê wan êrişa li dijî malbata Şenyaşar de heye êrîşî malbata Altay kirin û 2 kes kuştin.

Di 8’ê cotmehê de li navçeya Pirsûs a Rihayê, di navbera ferdên malbatên Şîmşek û Altay de ji ber sedema “park kirinê” şer derket. Li ser vê yekê ferdên malbata Şîmşek bi çekan êrişî malbata Altay a li taxa Şevrayê kirin. Di encama êrişê de Cîhan û Mehmet Kayhan û Îbrahîm Altay ku pismamên hev in, birîndar bûn. Piştî agahdarkirinê, ambûlans hatin cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji birîndaran Cîhan û Mehmet Kayhan jiyana xwe ji dest dan û tedawiya Altay jî didome.

Hat zanîn ku di êrişa bi çekên cerdewanan hatiye kirin de hinek kes hatine binçavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku malbata Şîmşek a êrişê pêk aniye, li gel parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14’ê hezîrana 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar jî kiribûn.