18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber ku nûçeya tacîzê çêkir rojnameger Aygul hat girtin

Rojnameger Sînan Aygul ku ji ber nûçeya tacîzê çêkiribû îro di saetên serê sibehê de hatibû binçavkirin hat girtin.

Serokê Cemîyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê dijî, ji ber ku nûçeyeke tacîzê çêkiribû, di saetên serê sibehê de ji aliyê polisan ve li mala xwe hatibû binçavkirin. Aygul li dadgehê, bi angaşta “gel tehrîqê kîn û dijminahiyê” kiriye hat girtin.

Beriya ku bê binçavkirin Aygul, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê binçavkirina xwe de ev parvekirin kiribû: “Ji ber nûçeyeke ku 3 saet berê min çêkiriye, bi angaşta ku min gel bera ber hev daye, hatim binçavkirin. Polîs niha li nava mala min in. Ew ê min binçav bikin û bibin qereqolê. Ez rojnamevan im. #RojnamegerîNeSûcE”

Piştî parvekirina xwe Aygul hatibû binçavkirin û ew biribûn miduriyeta polisan û li vir sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê Aygul sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê kir. Dadgeriyê biryara girtina wî da.”