4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di civîna PE’yê de daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’ hate kirin

Parlamentera Swêdê Evîn Încîr jî tevî komeke parlamenteran daxwaza “herêma ji firîna balafiran re qedexe” kir

Di rûniştina Parlamentoya Ewropayê de ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilate Sûriyeyê tên nîqaşkirin de daxwaza “Herêma ji firîna balafiran re qedexe” hate kirin.

Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) li bajarê Strasbourg a Fransayê bi nûnerên Komîsyona Ewropayê re civiyan. Di civînê de êrîşên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

‘Bandorê li têkoşîna dijî DAIŞ’ê dike’

Komîsera Ji Wekheviyê Berpirsyar a Yekitiya Ewropayê (YE) Helena Dalli da zanîn ku êrîşên dewleta tirk dê bandoreke neyînî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike û wiha got: “Heke li dijî Sûriyeyeyê operasyoneke bejahî were kirin, dê ev yek bandoreke neyînî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike. Her wiha dê rê li ber karesatên ku nayên qebûlkirin veke û ji bo ewlehiya navneteweyî bi xwe re encamên nebaş bîne.” Hinek parlamenterên ku di civînê de axivîn diyar kirin ku ji bo bidawîkirina êrişan divê zext li dewleta tirk werin kirin.

‘Tekîna Taksîmê’

Parlamenterê Fransayê Oetjen Jan-Christoph destnîşan kir ku divê teqîna di 13’ê mijdarê de li Taksîm a Stenbolê hatiye kirin were şermezarkirin û wiha domand: “Lê belê divê êrîşên dewleta tirk ên bi hinceta teqîna li Taksîmê bi sedema tolhildanê li dijî Sûriyeyê û Bakurê Iraqê tên kirin jî bi tundî bên şermezarkirin.”

Herêma ji balafiran re qedexe

Parlamentera Swêdê Evîn Încîr jî tevî komeke parlamenteran daxwaza “herêma ji firîna balafiran re qedexe” kir. Încîr û hevalên xwe di heman demê de xwestin ku ambargoya çekan deynin ser dewleta tirk. Încîr, di rûniştinê de ev tişt anî ziman: “Yekitiya Ewropayê divê ji bo Herêma Rojava daxwaza Herêma Ji Firîna Balafiran re Qedexe bike û ji bo ku Tirkiye dawî li êrîşên xwe yên ser parçeyên cuda yên Kurdistanê bîne jî gavan biavêje.”

Ji PE’yê piştgirî

Endamê PE’yê Alfonsi François jî piştgirî da pêşniyarê û wiha derbirî: “Ji bo ku pêşî li ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê were girtin, divê mîna li Kurdistanê Iraqê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî herêmeke di bin ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY) de were avakirin û ji firîna balafiran re were qedexekirin.”

‘Divê helwesta nme zelal be’

Parlamentera PE’yê Ozlem Demîrel jî di civînê de berteka xwe wiha nîşan da: “Rejîma Erdogan dixwaze êrişên xwe yên ji hêla bejahî ve berfireh bike. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê helwesta me ya di vê mijarê de zelal be. Yekitiya Ewropayê di vê mijarê de dikare tiştên zêdetir jî bike lê birêz Borell çima îro tev li van nîqaşan nebû?”

Parlamenteran her wiha gotin ku dê êrişeke îxtîmal a dewleta tirk bike ku DAIŞ xurt bibe û bi vê yekê re hem dê bo herêmê û hem jî bo Ewropayê bibe xetere.