18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê dadgehê parastina seroka GOÇÎZDER’ê asteng kir

Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de serokê dadgehê parastina Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal birî û gef li parêzeran xwar.

Danişîna duyemîn a doza endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ku 16 jê girtî 23 kes tên darizandin li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Silîvriyê tê lidarxistin. Danişîna ewil duh li eywana danişînê ya 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Edliyeya Çaglayanê hatibû lidarxistin, ji ber cih biçûk bû danişîn anîn Silîvriyê. Malbatên girtî û parêzer danişînê dişopînin.

Danişînê bi parastina Hevseroka Komeleyê Kamîle Kandal dest pê kir û Kandal behsa xebatên komeleyê kir û got girtin û darizandina wan û komeleyê li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Kandal, da zanîn ku ew der barê meseleyên koçberiyê de xebatan dikin û ew têkildarî mafên sosyal, siyasî û aborî yên koçberan de dixebitin. Kandal, got tenê li komeleya wan daneyên ku 3 hezar û 500 gund ji aliyê dewletê ve hatine valakirin hene.

Astengkirina parastinê

Kandal, da zanîn ku ew tenê xebatên koçberiyê yên navxweyî dikin ew têkildarî penaberên ji welatên cuda jî tên Tirkiyeyê xebatan dikin. Serokê dadgehê ji Kandal xwest ku axaftina xwe zû biqedîne. Kandal ji serokê dadgehê re got 6 meh in bi awayek bêhiqûqî ew ji ber xebatên komeleyê girtî ne.

‘Proje ne sûc e’

Di berdewamê de Kandal, destnîşan kir ku ew ji azadiya jinan û mafên jinan jî xebaten taybet dikin û her cûre xebatên ku pêk anîne û projeyên qedandine û li pêş xistine ne sûc in. Kandal anî ziman ku ew xebatên veşartî nakin û ew û haya her kesî ji xebatên wan hene û têkildarî raporek lêpirsîn hatiye destpêkirin li gel ev rapor bi biryara neşopandinê biencam bûye jî lê rapor di îdianameya wan de cih digire. Kandal got ew qebûl nakin ku ev rapor di û sûcên bêbingeh di îdianameya wan de cih digire. Kandal diyar kir ku xebatên wan raporan xebatên dijqanûnî nînin û raporên amade kirine jî têkildarî xebatên koçberiyê ne.

Kandal, dema ku parastina xwe didomand, serokê dadgehê axaftina wê birî û ev tişt got: “Di du sê deqîqeyan de axaftina xwe bi dawî bike.” Lê Kandal xebatên ku têkildarî penaberan kirine vegot. Serokê dadgehê axaftina Kandal di nîvî de birî.

Dadger gef li parêzeran xwar

Serokê dadgehê bersiva “dema maqûl” da îtîraza parêzeran û gefa, “carek din gotina min nebirin” li parêzeran xwar. Serokê dadgehê ji parêzeran xwest ku ew îtîrazên xwe yên têkidlarî ûsilê bi rêya daxwaznameyê bikin. Serokê dadgehê carek din gef li parêzeran xwar û got: “Ez nahêlim hûn biaxivin. Heke hûn pergala danişînê xera bikin, ez ê we derxim derve.” Tevî îtîrazan jî serokê dadgehê mîkrofona parêzeran girt.

Serokê dadgehê pişt re dora axaftinê da Îlyas Erdem. Paşê bi piraniya dengan ji bo mafê axaftinê nedaye parêzeran biryara navberê pêk hat. Li ser israra parêzeran serokê dadgehê navber da danişînê. Parêzeran bertek nîşanî heyeta dadgehê da û gotin, “Daraza ku li parêzeran guhdar neke, ew darizandin ne darizandin e.” Yên tev li danişînê bûbûn jî bi tîlîlî û çepikan dadgehê protesto kirin.