20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Iraqê teqezî li ser berdewamiya karê hevbeş yê bi Amerîkayê re kir

Şandeyeke Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li Sûriye û Iraqê îro bi serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir. Fermandarê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê General Matthew MacFarlane û Balyoza Amerîka li Iraqê Elena Romansky jî tev li vê civînê bûn.

Ofîsa ragihandinê ya Sûdanî di daxuyaniyekê de daye aşkerakirin ku îro danê sibê pêşwaziya Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê General Michael Korella û şandeya pê re kiriye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di hevdîtinê de hin aliyên Hevkarî û hemahengiya serbazî di navbera Iraq û Amerîkaye de hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî bal kişandiye  ser giringiya berdewamiya karê hevbeş, bi taybetî di warê perwerdekirina hêzên Iraqî de û da zanîn ku hêzên Iraqî bi biryar in ku berdewamkirina xebatê ji bo peydakirina aramiyê û parastina serkeftinên ku di şerê li dijî terorê de bi dest xistine, berdewam bikin.