7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber kuştina Akguç 15 kes hatin binçavkirin

Li Midyadê, di çarçoveya lêpirsîna ku têkildarî kuştina welatiyê sûryanî Gevriye Akguç hat destpêkirin de 15 kes hatin binçavkirin.

Duh di saetên şevê de li gundê Enhil ê navçeya Midyadê ya Mêrdînê hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn bi çekan êrişî welatiyê suryan Gevriye Akguç (92) û hevjîna wî ku ji bo mêvandariyê hatibûn gund kirin. Êrişkar ji cihê bûyerê reviyan. Di êrişê de Akguç bi giranî birîndar bû. Piştî agahdarkirinê, komên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin Akguç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Tevî hemû hewldanan jî Akguç jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de 15 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku di nav binçavkiriyan de 2 cerdevan jî hene û li Qereqola Leşkeriyê ya Midyadê tên ragirtin.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Mêrdînê George Aslan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku kuştina Akguç ne kêfî û ne jî qeza ye û wiha got: “Têkildarî bûyerê heta niha 15 kes hatine binçavkirin. Li gorî agahiyên me ji hêzên ewlekariyê girtin, dê di demek kin de bûyerê ronî bikin. Kuştina apê Gevriye ji bo her sûryanek û nemaze jî ji bo herêma Torê êş û şînek mezin e. Kuştina wî ne kêfî û qeza ye. Cînayetek bi zanebûn e.”