spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê dîsa êrîşî sekreterê NY’ê kir

Îro dîsa Tel Avîvê êrîşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres kir. Piştî rexneyên Guterres yên li NY’ê der barê êrîşên Israîlê de, Israîlê ji Guterres re got "Ma tu fedî nakî"  

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di axaftina xwe ya li pêşberî Civata Ewlekariyê de der barê şerê Xezayê de behsa dagirkerî û zordariya Îsraîlê ya li ser filistîniyan kiribû.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen, daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres ku tê de operasyonên artêşa Îsraîlê yên li Xezayê rexne kiribû, şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî roja Duşemê got ku Xeza dibe “goristana zarokan” û gelek jin û zarok û karmendên rêxistina cîhanî û rojnamevan li zîvala Xezayê tên kuştin.

Cohen roja Sêşemê bi rêya sepana “X” (Twitter) li ser hesabê xwe derbarê êrîşa Hemasê ya 7’ê cotmehê wiha nivîsîbû: “Guterres, ma tu ji xwe şerm nakî! Zêdeyî 30 zarokên biçûk di nav wan de zarokek 9 mehî, bi xwîneke sar hatin kuştin.”

Îsraîl li ser Şerîda Xezayê dest bi operasyoneke leşkerî kir û hejmara kuştiyên Filistînî ji 10 hezarî derbas bû.

Wezîrê îsraîlî anî ziman ku pirsgirêka li Xezayê Hamas e û ne tedbîrên Îsraîlê yên ji bo jinavbirina wê ye.

Di 24’ê Cotmeha borî de, Guterres di rûniştineke vekirî de li Encûmena Ewlekariyê ya der barê rewşa Rojhilata Navîn de got ku ew bi tundî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê şermezar dike, lê daxwaza vegera li dîroka vê pevçûnê kir û got ku gelê Filistînê “56 salan di bin dagirkeriyeke gemar de jiyaye”

Piştî vê daxuyaniyê Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Gilad Erdan bang li wî kir ku demildest îstifa bike.

Axaftina Guterres ya navdar di Encumena Ewlekariyê de rastî eleqedariyeke mezin hat û hêjayî pesindanê hate dîtin. derket, Guterres  dubare kir ku ew kuştina sivîlan ji her du aliyan re rewa nake. û ji rojnamevanan re got ku gazindên gelê Filistînê êrîşên Hemasê rewa nakin.