26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber parastina kurdî 1005 lîra û 5 quriş heqê wergêr da

Dadgehê heqê wergêr bi Midûrê Karên Nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban da razandin. Dozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2014’an de ji ber 15 nûçeyên di 9 hejmarên cuda yên rojnameyê de, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” der barê Çoban de îdianeme amade kiribû. Dadgeha Cezayê Giran a 7’an a Amedê jî di sala 2018’an de bi heman îdiayê 5 sal ceza li Çoban birîbû. Lê piştî ku Çoban îtiraz kiribû, Daîreya Ceza ya 3’yan a Herêmê ya Dîlokê biryara dadgehê xera kiribû.

Piştî vê biryarê danişîna dozê ji nû ve dest pê kiribû. Çoban jî ku ji ber dosyeyeke din girtiye û di Girtîgeha Hejmar 3 a Tarsûsê de ye, bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûbû. Çoban, xwestibû bi kurdî parastina xwe bike, lê serokê dadgehê daxwaza wî qebûl nekiribû û di zabitnameyê de “Bersûc pirsên serokê dadgehê yên bi tirkî bi zimanekî nehatiye fêmkirin bersivand” nivîsîbûn.

Di danişîna dawîn a dozê de ku di 21’ê hezîrana 2021’ê de hat lidarxistin, Çoban cardin bi kurdî parastina xwe kiribû û diyar kiribû ku nûçeyên wekî sûc tên hesibandin di çarçoveya kar û barên rojnamevaniyê de ne û lewma ne sûc in. Çoban, berata xwe xwestibû. Lê dadgehê 4 sal û 6 meh ceza li Çoban birîbû.

Dadgehê di biryara xwe de 600 TL heqê pêzaniyê, 50 TL heqê sarfê, 350 TL heqê wergêr û 5.50 TL heqê teblîxatê jî di nav de bi giştî hezar û 5 lîre û 50 qurîş mesrefên darizandinê bi Çoban da razandin.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya