3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em biryara Dadgeha Destûra Bingehîn qebûl nakin!

Tevgera Jinên Azad ji bo Aysel Tugluk a ku bi nexweşiya girane û nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî daxuyaniyek daye û li ser malperên dijîtal jî kampanyayek bi navê ‘1000 JIN’ daye destpêkirin.

kampanya Tevgera Jinên Azad wiha ye:

Serlêdana bi tedbîra tehliyeyê ya parêzeran ji bo Aysel Tûglûk a ku zêdeyî 2 sal in bi nexweşiya demansê re têdikoşe amade kiribû,  ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin!

Gelek raporên zanistî, reçete û belgeyên ku nîşan didin Aysel Tûglûk di girtîgehê de bi tena serê xwe nikare bijî û her roja ku derbas dibe nexweşiya wê girantir dibe, derketin pêşberî Dadgeha Destûra Bingehîn. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn bi raporên nehiqûqî yên Saziya Tipa Edlî ku bi mebestên siyasî tevdigere, biryar da.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku “bi îhtîmala ku nexweşiya norolojîk bi demê re pêş bikeve, Aysel Tûglûk bêyî alîkariya kesek din nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bîne û nikare di şert û mercên girtîgehê de bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne” tedbîrek girt.

Aysel Tûglûk bi şert û mercên girtîgehê hat cezakirin. Ev nakokiya ku wê bikeve dîrokê, ne tenê dozeke nû ye ku li rêza bêdadiya li vî welatî were zêdekirin, helwestek nayê qebûlkirin e ku dê bibe sedema encamên giran ên ku jiyana mirovekî girtiyek nexweş. Her wiha beriya demeke kurt di heman şert û mercan de Çevîk Bîr ku ew jî nexweşê demansê bû hat berdan. Ji vê nakokiyê jî xuya dike ku biryara li dijî Aysel Tûglûk siyasî ye.

Em weke bi hezaran jin ji çar aliyê welat û cîhanê rê nadin ku Aysel Tûglûk wiha aşkera were jibîrkirin. Em qebûl nakin ku mehkûmî jibîrkirinê bibe.

Rojeke din mirov winda bike tune ye, divê demildest Aysel Tûglûk bê tehliyekirin û di demek zûtirîn de derfetên dermankirinê divê bê dayîn.

Ji ber biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî serlêdana hiqûqî ya ji Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ku muxatabê biryarê ye bê kirin û divê tavilê Aysel Tûglûk bê berdan.

ji bo Aysel Tugluk kampanya 1000 jinan

https://ayseltuglukicin1000kadin.org/anayasa-mahkemesinin-kararini-kabul-etmiyoruz/