17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê 50 çeteyên din teslîmî Iraqê kirin

Li gorî agahiyên Saziya Çavdêriya Mafê mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Hêzên Sûriya Demokratîk heta niha 150 malbatên iraqî ên DAIŞ’î ku li kampa Holê ya li nêzî Hesekê dihatin girtin, teslîmî Iraqê kirine. Bi vê yekê hejmara iraqiyên DAIŞ’î ên ku heta niha hatine radestkirin bo Iraqê bû derdora 620 kesan.  Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka sala 2022’an de ev koma çaremîne a malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên iraqî ne ku ji Holê tên derxistin.

Di hemêan çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk 50 girtiyên DAIŞ’î yên ku i endam û serçeteyên DAIŞ’ê pêk tên teslîmî hikûmeta Iraqê kirin.

Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelek caran saziyên mafên mirovan bal kişandiye ser talûkeya kampa Holê ku dibe di her kêliyekê de wekî bombeyekê bi hemû cîhanê de biteqe.

Li gorî heman çavkaniyê di sala 2022’an de li Kampa holê 28 bûyerên kuştinê çêbûne, 30 kes hatine kuştin, 8 kes hemwelatiyên Iraqê bûne di nava wan de 2 jin hebûn, 12 kes hemwelatiyên Sûriyeyê bûn di nav wan de jî 8 jê jin bûn, her wiha 8 jinên ku nasnameya wan nayê zanîn hebûn, mêrekî ku nasnameya wî nayê zanîn û karkerekî kampa Holê jî di nava van qurbaniyan de hebû.