Hikûmeta Misrê ji bo têkoşîna li dijî guhertinên avhewayê û encamên ku bi xwe re tîne dest bi amadekirina bernameyekê kir û ji bo vê yekê derdora 202 milyar dolar veqetandiye.
Li gorî çavkaniyên komên xebatên ya Encumena Neteweyî ya Guhertina Avhewayê, ku ji karbidest û pisporên teknîkî yên saziyên hikûmeta Misrê pêk tê, pakêta yekem a projeyên ji bo fînansekirina rûbirûbûna guherîna avhewayê pêşkêş kirin.
Di van projeyan de bernameya têkildarî “hîdrojena kesk”, “veguhestina elektrîkê”, bernameyên ji bo “Girtin û hilanîna karbonê” , hilberîna hilberên xwezayî û parastina peravê jî di nav de gelek bername hene.
Serokê Misrê Abdulfetah El Sîsî der barê vê mijarê de daxuyaniyek da û tê de got ku divê di vî warî de şirket taybet û dewlet bi hevre bixebitin û hevkariya hev bikin.
Li gorî agahiyên malpera Skeynews’ê ji bo ku ew bername û projeyên der barê rûbrûbûna guhertinên avhewayê bi temamî biçin serî, hewcedarî bi 324 milyar dolarî heye.