11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Bologna civiyan

Nûner û rêveberên partî, sendika û saziyên civakî li bajarê Bologna yê Îtalyayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşan civiyan

Bi dehan endam, rêveber û nûnerên partî, sendika, sazî û dezgehên civakî li ser banga Tora Piştevaniya Kurdistanê ya Îtalyayê, li bajarê Bolonyayê ji bo civîneke 2 rojan hatin cem hev. Nûnerê Buroya Ragihandina Kurdistanê Yilmaz Orkun axaftina vekirinê kir û li ser armanca civînê axivî. Nûnerê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer jî mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngiya xweparastinê.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Zîlan Diyar jî diyar kir ku ew di çarçoveya paradîgmaya Abdullah Ocalan de bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di her qadên jiyanê de têdikoşin û banga berfirehkirina kampanyaya azadiyê kir.

Kesên beşdarî civînê bûn: Sekreterê Giştî yê Çep ê Îtalyayê Federico Martellini, Partiya Komunîst Jinûve Avakirinê Anna Camposampiero, Hêza gel, Nûnerê yek ji sendîkayên karkeran Fiom, Nûnerê CGIL Bologna Michele Bulgareli, Nûnerê Komeleya ARCİ NATIONAL Valerio Rucellai, Nûnerê sendîkaya karkeran a Federasyona COBAS, Roberto Aprile, Nûnerê sendîkaya kedê ya CUB Walter Montagnola û Antonio Amoros, Nûnerê Ji bo Pireyekê Bridge Alfio Nicotra, Nûnerê Komîteya Ji Ocalan re Azadî Gianluigi Deiana, Tora Hevgirtina Jinan Rete Jin, Komîteya Tenduristiyê ya Rojava, Ber bi Kurdistanê ve.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê