6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cemal Tanhan serbest berdin

Înîsiyatifa ji girtiyên nexweş re azadî li Stenbol û Enqereyê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan 

Azadî, xwest ku girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan demildest bê berdan.

Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe di 477’emîn de berdewam kirin. Girse li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê kom bûn. Girsê pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Girseyê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan ê 68 salî û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci da zanîn ku Cemal Tanhan 29 sal in girtî ye û diyar kir ku ji salekê kêmtir maye ku cezayê li Tanhan hatiye birîn biqede.

Tanhan qala rewşa tenduristiyê ya Tanhan kir û wiha got: “Rewşa Tanhan gelek giran e û em dixwazin ku bê berdan û bêyî hukumxwarî be pêvajoya tedawiya wî bê domandin. Ne di wê rewşê de ye ku ji nexweşxaneyê dîsa bibin girtîgehê. Binpêkirina mafê jiyanê û tenduristiyê sûc e. Divê Cemal Tanhan demildest bê berdan.”

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. ÎHD’ê çalakiya 605’emîn a Rûniştina F’yê li ber avahiya komeleya xwe li dar xist. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran Delîl Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin. Girseyê pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Delîl Bozkûrt bê berdan” hilgirtin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” berz kirin.

Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran xwend. Onaran, da zanîn ku bi qanûna înfazê ya di 15’ê tîrmehê de kete meriyetê re 80 hezar û 415 girtî hatin berdan û diyar kir ku girtiyên siyasî derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Onaran, bi lêv kir ku hemû îtîrazên li dijî vê yekê kirin bê bersiv hatine hiştin û bi biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.

Onaran, da zanîn ku Delîl Bozkûrt ê 21 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di hucreya yek kesî de tê ragirtin tevî ji sedî 80 astengdar e û bi nexweşiya penceşêra Bûrkît Lenfoma ketiye jî tedawiya wî nayê kirin.