3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Ocalan daketin qadan

Ciwanên kurd li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan û ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qerîyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li welatê Kanada û gelek welatên Ewropayê daketin kolanan û azadiya fizîkî ya Ocalan xwestin.

Bi hezaran ciwan li bajarê Bremen, Hamburg û Duseldorf ên Almanya, bajarên Parîs û Marsîlya yên Fransayê, bajarên Lozan û Zurihê yên Swîsreyê daketin qadan û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin. Ciwanên ku li qadên cuda li hev kom bûn, bi pankartên “Ji Ocalan re azadî”  û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşên dirêj li dar xistin. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Terorist Erdogan”, “Bijî berxwedana PKK’ê,” berz kirin. Ciwanan piştî meşê daxuyanî dan û xwestin ku êdî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fizikî ya Ocalan xwestin.