3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya Ocalan li baxçeyê mala Bûbo Taş dar hatin çandin

Bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan, li baxçeyê mala Bûbo Taş ku li dijî tecrîda li ser Ocalan laşê xwe dabû ber agir, dar hatin çandin.

Li Mêrdînê, ji aliyê rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar û Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên xwe li Sdergûşa Şariştaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ve ji bo 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan çalakiya çandina daran hat lidarxistin.

Çalakiya çandina daran a destpêkê li taxa Stasyonê ya li navçeya Artûklûyê li baxçeyê mala Bûbo Taş ku li dijî tecrîda li ser Ocalan laşê xwe dabû ber agir pêk hat. Malbata Taş, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û hejmareke zêde welatî tev li çalakiyê bûn û bi destê xwe daran çandin.

Dema çandina daran Berdan Ozturk, got ku hêvî dikin bi şînbûna darên ew datînin re daxwaza Taş jî pêk were.

Piştre heyet derbasî “Baxçeyê Serokatiyê” bû û li vir jî dar çandin.