5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyanî da

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê daxuyanî da: Divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayeke fermî were damezirandin. Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û divê parlamenterên kurd jî bi kurdî bizanin û xebatên xwe bi zimanê xwe bikin.”

Platforma Zimanê Kurdî daxwazên xwe yên ji partiyên siyasî  ku tev li hilbijartina 2023’yan dibin li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Platforma Zimanê Kurdî, Platforma Ziwanê Kurdkî” hate vekirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyad Ceylan, Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltan Yaray, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û nûnerên gelek saziyên kurd jî di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji hêla Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hate xwendin.

Dê hilbijartineke diyarker be

Şerefxan Cizîrî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û got ku hilbijartineke girîng e. Cizîrî, bi domdarî wiha got: “Dê di vê hilbijartinê de xuya bibe bê ka kî wekhevî û demokrasiyê diparêz e û kî jî li dijî van nirxan tevdigere. Wê hemû hêz, rêxistin û kes reng û siyaseta xwe ya der barê nirxên bingehîn de eşkere bikin. Hemû aliyên siyasî wê pêşineyar û çareseriyên xwe ji bo bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar bikin. An ev siyaseta ku were pêşkêşkirin wê bi biryardarî alîgirên çareserî, aştî, diyalog, azadî, demokrasî û wekheviyê be yan jî siyaseta ku Komara Tirkiyeyê ev sed sal in li hemberî gelê kurd daye meşandin wê berdewam bike. An dê înkar, asîmîlasyon û tunehesibandina kurdan berdewam bike, yan jî dê statûya gelê kurd were pejirandin.”

“Tunehesibandina ziman û nasnameya kurdan’

Bi domdarî Cizîrî wiha got: “Platforma Zimanê Kurdî dê di vê hilbijartinê de doza ziman, hebûn û nasnameya kurdan bike. Di hilbijartina 2023’yan de daxwaza me ya sereke ev e; yan dê kurd mafê ziman û nasnama xwe bi dest bixin û bibin hemwelatiyên azad û wekhev yan jî dê aşê pişaftinê, hevduneqebûlkirinê, bindestiyê û nîjadperestiyê bidome. Ji bo me ziman û nasnameya kurdî xeta sor e. Bila hemû kes û aliyên siyasî vê rastiyê baş bizanin ku em kurd in, zimanê me kurdî ye û welatê me jî Kurdistan e. Zimanê kurdî nasname û hebûna me ye. Ji destpêkê ve em dibêjin ku bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî. Mafê hemû miletan heye ku bi zimanê xwe perwerde bibin, xizmetên fermî bi zimanê xwe bistinin. Em dixwazin ku zimanê kurdî di qanûnên bingehîn de were pejirandin. Zimanê kurdî ji baxçeyên zarokan heta dibistanên seretayî, navendî û zanîngehan, divê bibe zimanê perwerdeyê. Divê hemû astengî û rêbazên pişaftinê yên li ser kurdî û çanda kurdan bên betalkirin. Diwarên ku li himberî zimanê Kurdî hatine hûnandin, divê werin hilweşandin.”

 “Divê siyaset li gorî mafan bê kirin’

Herî dawî jî Cizîrî ev tişt anî ziman: “Divê navên gund, bajar, tax û kolanên Kurdistanê bi kurdî bin. Divê personelên ku li saziyên fermî û şaredariyên bakurê Kurdistanê dixebitin bi kurdî bizanin biaxivin, binivîsin û bixwînin. Dîsa, divê xutbe li mizgeftên Kurdistanê bi kurdî bên dayîn. Ji bo hêsankirina van daxwazan jî divê Saziya Zimanê Kurdî bi awayeke fermî were damezirandin û jê re bûdçe were veqetandin. Em ji partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin dixwazin ku tiştên li bajarên kurdan dibêjin, li rojavayê Tirkiyeyê jî bibêjin û biparêzin. Siyaseta durûtiyê bi kêrî tiştekî nayê.

Daxwzên ji parlamenterên kurd

Di hilbijartina li welatê me de divê namzetên parlamento û şaredariyan bi kurdî bizanin. Di her qada jiyanê de divê zimanê kurdî dîtbar bibe. Zimanê kurdî (Kurmancî, Zazakî) divê bibê pîvaneke hevbeş ji bona hemû namzetên ku wê li welatê me beşdarî hilbijartinan dibin. Di xebatên hilbijartinê de divê zimanê kurdî di hemû cureyên çalakiyan de baş dîtbar bibe. Em dixwazin ku hemû namzetên kurdan bi kurdî biaxivin, gotûbêjan bikin, beşdarî civîn, konferans û panelan bibin, bi kurdî dirûşman berz bikin û bi hevre bibêjin; bê ziman jiyan nabe, jiyan jî bi kurdî xweş e!”