3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo azadiya ya Ocalan li Qamişlo kon vedan

Bi diruşma “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasi” Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş avahiya Komîseriya Penaberan a NY′yê ya li Qamişloyê çalakiya konvedanê li dar xist. Çalakî ji bo piştgiriya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku li 74 navendên li seranserî cîhanê di 10′ê Cotmehê de hatiye destpêkirin, hate organîzekirin.

Çalakiya roj yekemîn bi beşdariya girseyî ya xelkê Qamişlo, navçeya Tirbespiyê û gundên girêdayî wê ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan, şêx, rûspiyên eşîrên ereb û kurd, yekitiyên girêdayî TEV-DEM′ê hate destpêkirin. Çalakî dê 7 rojan dewam bike.

Di çalakiyê de dayikên aştiyê yên ku êlekên spî li ser wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û diruşma “Bê Serok Jiyan Nabe” hebûn beşdar bûn.

Di bin konê çalakiyê de Însiyatîfa Gel a Qamişloyê daxuyaniyek da. Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi zimanê erebî û endama Însiyatîfa Gel Şemsê Xan Gulo bi zimanê kurdî daxuyanî dan.

Silêman Ehmed ragihand ku piştgiriya xwe ji pêngava ′Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ nîşan da û got ew piştgiriya xwe ji vê pêngavê re nîşan didin, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya vîna gelan dike, sembola azadî û mirovahiyê li seranserî cîhanê ye.

Şemsê Xan Gulo jî diyar kir ku ji ber ku çareserkirina dozên girêk di Îmraliyê de ye, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya aştiyê li tevahî herêmê ye û bang li aliyên hiqûqnas kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker sînordar bikin û rejîma îşkenceyê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Dûre endamê Koordînasyona TEV-DEM′ê Ayid Îbrahîm axivî û got beşdariya girseyî ya li vê çalakiyê nîşan dide tu deng ji dengên gelan ên banga azadiyê dike ne bilindtir e.

Îbrahîm bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: “Komploya ku di şexsê Rêbertî de li dijî tevahî gelên azadîxwaz e derbasî sala xwe ya 25′an bû. Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertî tevahî urf û qanûnên navneteweyî bin pê dike. Bê guman armanca tecrîdê qutkirina felsefeya Rêbertî ji gelên cîhanê ye. Lê belê hemû gel li dora Rêbertî civiyan e û amade ne heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li qadan bin.”

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Dîrok Mela Beşîr jî behsa hewldana gel a ji vê çalakiyê kir û got gel bi israr e rêgezên exlaqî, wijdanî û mirovî yên bi nûnertiya Rêber Abdullah Ocalan dike biparêzin û bang li tevahî gelên cîhanê kir ku serî li dijî tecrîdê hildin.

Piştre stranên şoreşgerî û nîştimanî li ser Rêber Abdullah Ocalan ji hêla Koma Şehîd Xebat a Tirbespiyê ve hatin gotin.

Çalakî bi pêşkêşkirina sînevîzyonekê li ser komployê dewam kir.