30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk li Koyê welatiyek qetil kir 3 kes jî birîndar kirin

Balafirên artêşa tirk li gundê navçeya Koye ya Hewlerê maşîneyek şêniyên wargeha Mexmûrê bombe kir. Balafirê di êrîşê de welatiyekî Mexmûrî qetil kirin û 3 welatî jî birîndar kirin

Balafirên artêşa tirk di saetên siharê de li gundê Kanî Kendî ya navçeya Koye ya Hewlêrê, wesayîta Mexmûriyan bombe kir. Balafirê di êrîşê de welatiyek qetil kir û 3 welatî jî birîndar kirin. Der barê êrişê de cîgirê Rêveberiya Tenduristiyê Koye Şêrwan Celal ji ajansa Rojnawsê re axivî â got; “Bûyer li nêzî Koye pêkhat, di encamê de şofêr jiyana xwe ji dest daye û 3 kesê din ên di nava wesayîtê de jî birîndar bûne.”

Derket holê ku wesayît ya malbatek xelkê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ye. Li gorî agahiyên ji rêveberiya Meclisa Gel ya Wargeha Mexmûrê hatine standin, di encama êrişê de ji heman malbatê welatiyê bi navê Dilovan Îşlek ku şofêrê wesayîtê bû jiyana xwe ji dest daye û 3 jinên din jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan mal xezûra xwişka Dilovan Îşlek li Ranyayê karê sewalvaniyê dike, bi vê boneyê serdana Ranyayê kiribûn û dema vedigerin wargehê dibe hedefa êrişa balafira bê mirov û bi çek ya dewleta tirk adagirker. Malbat û xelkê Mexmûrê ji bo cenaze werbigrin, berê xwe dane Koyeyê.

Di cotmehê de 2 caran Mexmûr bombe kirin

Hêjayî gotinê ye di di 7’ê Cotmehê de jî balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta tirk a dagirker mizgeftek wargeha penaberan ya Mexmûrê bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bibûn. Di 13’ê Cotmehê de jî balefirek bê mirov û bi çek a dewleta tirk  dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kiribû û di encamê de jinek birîndar bibû.