14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo em bijîn

Ev dinya teng bûye. Li welatê me ji bo gelê kurd tu demê edalet û wekhevî nexwe tune bû û tune, hem jî li hemû welatên navneteweyî maf, edalet, aramî û ewlehî tune

Ev dinya teng bûye. Li welatê me ji bo gelê kurd tu demê edalet û wekhevî nexwe tune bû û tune, hem jî li hemû welatên navneteweyî maf, edalet, aramî û ewlehî tune.

Nema. Qediya. Her çiyê lê heyî jî dest ber’halê’xwe hildane emperyalîzmê ev gerstêrka zeft kiriye. Dinya ji alî teknolojîyê ve jî pêș de diçe. Jiyana mirovan hêsan û xweșiktir dike hema bazirganê emperyalista desthilatdar  bi vê hêsan kirinê aliyek  de jî mejiyê însana ditevizîne, dixapîne û keda însan û civakan dișofîne, hinek kes ji birçîna dimirin hinek ji bo pere û zêr zeberan bi cih bikin li bankan digerin ku perê xwe veșêrin!..Em çi bêjin?

Çi bêjim ez ê weke we xwendevan bêjim mala minê! Malê zêde serê wan dewlemendan diêșîne, heyfa serê wan bi semyanê wan re diêșe!…

Dinyayeke bi edalet bi aram û ewle gengaze gelo? Ku em hemû dayik destê zar û zêçê xwe bigirin û herin!.

Weke ku astrolog, ger û lêkolîna li ser gerstêrkan dikin hezar mixabin vê gavê ne mimkûn e. Di vê kaînata bêserûbin de ku dinya em tê de dijîn hê weke libek toza nava sîvtakê jî                 nîn e.

Ji bo jiyana însan baștir nehatiye dîtin,li tu gerstêrkê ev axa ku me dimêjîne ev ava ku me dihewîne ev nefesa ku me dijîne ev roja riya me însana ronî dike û av û axê û nefesê yan jî oksîjenê kifș û dewlemend dike tune ye.

Ji bo ku em hemû zindî bikanibin bijîn em û ajal û çêre û ax û av daristan em hemû hev temam dikin, xwelî bi tenê, an jî bi tenê av, bi tenê însan, na na nabe .

Zindî yên li ser erdnîgariyê dijîn bo bikaribin bijîn bê av û oksîjen û ax û tav nabe, av bê tav nabe,  insan bê av û tav û hilm û ax nabe (Însan bêînsan nabe) her çiqas ji bo ku koka gelê kurd ji dinyayê rakin û bi qelînin di di nav hewildanan de bin jî em kurd hene axa me jî heye her wisa roja mejî û hwd!..

Dinya bê însan, însan jî bê însan nabe. Pêdiviya dinyayê bi însanan û kurdan heye! Eynî wisa navenda Rojhilata Navîn jî bê kurd nabe, hezar mixabin li ser axa dinyayê desthilatdariyeke bê wijdan heye ku navê vê desthilatdariyê  emperyalîzm e ku barê bazirganê emperyalîzmê, ne aramî ewlehî û wijdane, barê bazirganê emperyalîzmê ne tendirustiya însan e.

Ne exlaq, ne namûs, ne jî ekolojî tiștekî ku bi kêrî hemû zindiyan were nehiștin li rûyê li dinyayê.

Perê xwe yê yek kirin milyon, dilê wan rihet nebû, ji bo hê perê wan zef be fabrîkayên çekan çêkirin!..

Ji bo ku van çekan bifroșin dinyayê de çiqas însan hene weke ku dîka berî hev bidin çilûlû çûyê hev kirin îro li her derê dinyayê şer e, șerê berjewendiyê li welatê me jî șerê tunekirina gelê kurd didome, çengek axa paqij û bêxwîn û qilêra kîmyayî nemaye daristanê ku heta dibin daristan sed sal jêre pêwist e ku kezebê hemû zindiya tije hilm paqij dikin di derbekî de dișewitînin

Emperyalizm xwîna hinek însana bi ked șofandinê dimije!. Ew ked șofandin bêrîkên hinek kes û șirketan an tije pere dike, xwedî semyan û dewlet’ên kedxur bi hev re çerxa emperyalîzmê dizvirînin, ew çerx bibe sedema rijandina xwîna kurdan jî ji bo berjewendiyên xwe dest bi hev bernadin.

Yanî emperyalizm û pereparêz bi her lewnî neyarê gelê kurd û gelên bindest e.

Cîhaneke bêsemyan bê șopandin ji bo însan û hemû zindiyan ewle. Ji bo her qewmî, her mafê jiyanê lê heyî weke mêrgên ji gul û sosin û beybûnan reng rengî xemilandî  gengaze gelo? Gengaz bûya em jin û zarok biçûna. Wiha nabe yan jî em jin û zarok rabin serpiyan ji erdnîgara xwe de dest pê bikin vê dinyayê ji bo îro û pêșerojê biguherînin gul û kulîlkan…Ji bo ku axa me ji xwînê paqij be, ava me zelal be, roja me azad ronî bike û em bijîn.