18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em hînî tunebûna Rêber Apo nabin!

Di her kêliyên jiyanê de bi Rêber Apo re jiyan wê me bibe serkeftinê.. Belê komplo hin jî dewam dike lê weke kû destpêkê negihişt armanca xwe wê ji îro şûn de jî negihije xeyalên xwe. Em ê hînî tunebûna Rêber Apo nebin. Ev jî sonda me ye!

Her zayînek, ji bo mirovahiyê nirxê hêviyê ye. Lê her zayendekî ku jê tê hêvî kirin, nabe bersiva xwestekên dildaran. Lê yê ku dibêjin em ji dayik bûne û me xwe di her rojeke nû de kiriye xwediyê afirandinên biwate, di jiyana xwe de wan pêşkêşiya afirandina raman û paradîgmayeke nû, ji serdem û pêşerojê re dikin. Ji ber ku yê xwe neafirîne, di her roj û kêliyê de xwe nû neke, nikare bide afirandin û nû kirin jî. Ev mirovê afirêner bi ûtopyayên xwe bi wate dike, dixe malê gel û xwe dixîne dilê her kesî de. Di kesayetiya jiyana mirovên bi vî awayî di rêbaza jiyana wan de xwe diafirînin.

Ev rastî gava xwe di nava hev du de dihonin, dibe destpêka dîrokeke nû. Jixwe her kes parçeyekê ji vê jiyan û dîrokê ye, di riya ku dîrok di herike de, ber bi qeder û serpêhatiya xwe. Lê ya awarte ew e ku mirov ji dayîkbûn û bi gavên xwe yên ber bi deriyê jiyanê ve davêje û dibe xwediyên xêzkirina xeyal û armancên mezin. Wê çaxê, ew mirov ku dikare bêje min dîrok ji lanetê rizgar kiriye û daye li ser riya rast. Bê guman her mirov xwediyê xeyal û armancên pîroz in. Lê wan pîrozahiyan bi lal û fetisî dikin, bê ku guhê xwe bidinê. Lê gava em bên û lê binêrin li rastiya civaka xwe, em ê bibînin ku piraniya mirovan nêrîna wan a li dayîkbûn û jiyanê, ji mêvantiyê wêdetir nîn e. Lewra berpirsiyartiya xwe ya mirovatî bi sînor dikin û hebûna xwe ya li ser rûyê erdê tînin asteke pûç û bêsûd.

Lewra mirovan rêbaza jiyandina jiyanê, ji hev cewaz û cuda kirine. Wiha nav lê dikin; “jiya-neke biha û erzan, dibêjin mirovekî ku di oxirê jiyanê de bimire, ji çiyayekî girantir e û mirovekî ji tirsa jiyankirinê bimire, ji periyekê/î siviktir e”. Jiyanek heye xeleta wê evîn, wêrektî, destana xêz dike li meydana ceng û têkoşînê. Jiyanek jî heye cezayê wê livînekî sar û mirinekî lal e. Wiha me perwede dike mamosteyê me yê pîr, rêberê jiyana me Apo; “em ê ji mirinê jiyanê biafirînin”. Serdemeke dirêj tarîtiya dîrokê em mehkûmê mirineke bêveger kiribûn, gelê me kiribû yek di gorê de û ew bê serûşûn kiribû. Ew e çîroka ji dayîkbûna seydayê pîrê ku ji çirûska findekî melûl, cîhanek ji me re ronahî kirî.

Di dîroka mirovahiyê de hin dîrok hene qet nayên jibîrkirin. Ji bo kurd û Kurdistanê jî 15’ê sibata 1999’an dîrokeke wiha ye. Hemû hêzên emperyalîst hember tevgera azadiyê bûn yek di 9`ê cotmeha 1998’an de û komploya navneteweyî li hember Rêber APO pêşxistin û di encam de Rêber APO dîl hat girtin. Rêber APO got, `Dostên sexte, rêhevaltiya kêm bû sedema esareta min’. Roja ku komplo pêş ket heya niha di serî de Rêber APO, Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê li dijî komplogeran tekoşîneke bêhempa didin meşandin. Li hember komploya navneteweyî bi şiyara `Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi dehan heval û welatparêzên Kurdîstanê çalakiyên fedaî kirin.

Sala ku herî zêde mohra xwe ya dîrokî li jiyana gelê kurd û eniya mirovahiyê xist, sala 1999’ê bû.

Her çendî saleke gelekî dijwar bû, ji bo tevahiya gelê kurd û Kurdistanê lê belê, ji bo rûmeta mirovehiyê jî şermeke herî mezin bû. Komploya navnetewî bi hemû rengê xwe yê qirêj derkete holê. Ne tenê ev komplo li beramberî Rêberê me bû, di kesayeta Rêbertiyê de li beramberî tevahiya nirxên mirovahiyê bû.

Me dît ku rastiya Rêbertiyê di her kêliyê de li hemberî kesayeta me ya windaker serketî ye. Wendakirina rojekê bi rastî ji bo me mirinek e. Pêwîstiya me bi kesayetiyek heye ku bi serkeftinê were afirandin. Ji ber ku bi tecrîdên ne mirovî dixwazin me hînî tunebûna Roja Me bikin.

Her wiha di vî warî de me dît ku em zêdetir ji dîrokê qut bûne û Rêbertî her tim hewl dide me bi dîrokê ve, bi pêvajoya dîrokî ve girê bide. Ji ber wê pêwîst e ji herdemê zêdetir em xwedî li paşeroj û pêşeroja xwe derkevin. Di her kêliyên jiyanê de bi Rêber Apo re jiyan wê me bibe serkeftinê.

Belê komplo hin jî dewam dike lê weke kû destpêkê negihişt armanca xwe wê ji îro şûn de jî negihije xeyalên xwe. Em ê hînî tunebûna Rêber Apo nebin. Ev jî sonda me ye!