15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konteynirên HDP’ê desteser kirin

4 TIR’ên alîkariyê yên ku Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê ew şandin herêma erdhejê, hatin desteserkirin û TIR’ek jî paş de hat şandin. Her wiha polîs û tîmên AFAD’ê jî dest danîn ser qamyoneke amûrên alîkariyê û 30 konteyneran.

Li gorî daneyên Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya HDP’ê, li navenda Semsûrê TIR’eke barê wê kon ji aliyê AFAD’ê ve hat desteserkirin, li navçeya Besnîyê ya Semsûrê jî hezar û 500 kon hat desteserkirin. Her wiha 120 jenerator û 2 TIR’ên ku sobeyên ceryanê tê de yên ku karsazekî ji Ewropayê ew bi rêya koordînasyonê şand jî ji aliyê AFAD’ê ve hatin desteserkirin. Qamyonek zexîre ya ji Panosa Agiriyê hat şandin jî hat desteserkirin.

Her wiha TIR’eke alîkariyê ya ji Elkêya Şirnexê hat şandin û 30 konteynerên ku karsazekî ew bi rêya Navenda Koordînasyonê şandin jî li têketina Mereşê ji aliyê AFAD û polîsan ve hat desteserkirin. TIR’eke amûrên alîakriyê tê de ku ji Îzmîrê ji bo Osmaniyeyê hat şandin, ber bi Edeneyê ve hat şandin.