17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji girtiyan peyama têkildarî komployê: Em ê bi rastiya Rêbertî li ber xwe bidin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got "Em ê bi rastiya Rêbertî li ber xwe bidin. Gelê me divê xwedî li gerîla derkeve, hêzên demokratîk dawî li bêdengiyê bînin.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji ber salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da.

Di destpêka daxuyaniyê de êşa mexdûrên erdheja li Bazarcix a Dîlokê hate parvekirin û hate gotin: “Bila rehma Xwedê li mirovên me yên di vê felaketa mezin de jiyana xwe ji dest dane, bibe. Em şîfa xêrê ji mirovên xwe yên birîndar re dixwazin. Ji malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û tevahiya mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de spasiya her kesî hate kirin ku ji bo pêçandina birînên erdhejê seferber bûne û hate destnîşankirin ku piştgiriya madî û manewî, nêzîkatiya bi ruhê seferberiyê serbilindiyeke wijdanî û exlaqî ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berpirsyarê felaketa ewçend giran a ji ber erdhejê, rêxistiniya çete ya faşîst a AKP-MHP ye ku budçeya erdhejê li şer bi kar anî û hate gotin: “Wê teqez hesabê vê êşa giran ji rêxistiniya çete ya faşîst a AKP-MHP’ê bê pirsîn.”

Di dewama daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin, di şexsê Halît Oral de yê ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalakiya fedaî li dijî komployê kir û Kurde, Aynû, Hatîce, Veysî Taş û Mehmet Akar de şehîdên azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “24 sal in li hemberî vê komploya qirêj berxwedaneke mezin hate meşandin, di serî de jin, mêr, ciwanên Kurd di nava têkoşîna PKK’ê de gelek şehîdên azadiyê hatin dayin.”

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ragihandin Rêber Abdullah Ocalan di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de 24 sal in bênavber li ber xwe dide û gotin: “Li dijî çetetiya dewleta Tirk a faşîst-qirker, gerîla jî bi rengekî mezin têkoşîna azadiyê dimeşînin, gelê me li qadan hêrsa xwe tîne ziman. Li gel vê yekê hîn jî konsepta tunekirinê li ser Rêberê me, şervanên azadiyê û gelê me tê meşandinm û hewl tê dayin bêne tepisandin û qedandin. Ji xwe armanca bingehîn a komployê jî îmhakirina bi temamî ya gelê me ye. DYA, Yekitiya Ewropa, Îngilistan, Îsraîl, Rûsya, Yewnanistan û gelek rêxistinên ajan û çete yên nokerên wan ku komploya navneteweyî pêk anîn, ji bo siyaseta înkar û tunekirinê li ser gelê me bi encam bikin, hewl dan hişmendiya civaka azad a gelê me tune bikin. Komploya navneteweyî di vê çarçoveyê de planeke înkar û tunekirinê ye ku di asta navneteweyî de li ser gelê me hate meşandin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî siyaset û mejiyê qirkirinê, gelê Kurd bawerî, hêvî û hesreta xwe bi têkoşîna PKK’ê re şênber kir û hate gotin: “Dirûşma ‘PKK gel e gel li vir e’ hişmendiya ruhî ya vê yekê ye. Gelê me PKK’ê û xwe yek dibîne, bi rastiya PKK’ê xwe diparêze û şerê azadiyê dimeşîne.”

Di daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê de işaret bi Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ hate kirin ku 12’ê Îlona 2020’î ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û misogerkirina azadiya Kurdistanê hate destpêkirin û hate gotin: “Rêber Apo dema ku vê pêvajoyê dinirxîne, balê dikişîne ser hevrêtiya kêm û dostaniya sexte. Komployê 24 sal li pey xwe hişt, ji bo bi temamî bê têkbirin, em girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê em ê bi rastiay Rêbertî li ber xwe bidin. Di serî de malbatên me û gelê me, em bang li her kesî dikin ku di vê têkoşîna bi rûmet de çi ji destê kê tê bi zêdeyî bike, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me bixebitin, xwedî li têkoşîna gerîla derkevin, li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê yên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla helwesteke şênber li dijî rejîma faşîst a dewleta Tirk û hevkar û sîxurên wê nîşan bidin, hêzên demokratîk dawî li bêdengiya xwe bînin û têkoşîna vê yekê bimeşînin. Li gel berpirsyariya jiaynî ev yek di heman demê de berpirsyariyeke dîrokî ye, berpirsyarî û wezîfeyeke bingehîn a Hêzên demokratîk e. ”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Dem ew dem e ku rastiya komployê ya dikeve sala 25’an bê parçekirin, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî dema berxwedanê ye, dema hilweşandina faşîzmê ye.”