2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP/MHP li ser mirinê jî siyasetê dikin

Ev îhmal û bêeleqedariya li ber çavan weke siyaseta AKP-MHP’yê derdikeve pêş, ji ber ku hikumeta AKP Û MHP’ê rê dide vê rewşê û ji vê rewşê sûd werdigire.

Li herêmên erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin. Tevî vê xebata rizgarkirinê jî, li gelek deveran bi makîneyên kar xebata rakirina kavilan jî dan destpêkirin. Tê gotin ku nimûneyên wan avahiyên ku kavilên wan tê rakirin jî nehatine girtin.

Cenazeyan li gorî rêbazên olî ranakin

Gelek cenaze li korîdorên nexweşxaneyan û li kolanan hatine sekinandin. Cenaze ne li gorî wecîbeyên olî tên veşartin. Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bang kirin û xwestin divê cenaze ji binê kîjan kavilan hatine derxistin, girteka wan bê girtin, otopsî bê kirin û li gorî wecîbeyên olî bên veşartin.

Waliyên ku ji aliyê desthilatê ve weke “koordînator” hatine wezîfedarkirin jî, li gel ku dizanin mirov di bin kavilan de mane, xuya kirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê qediyane.

Dewletê biyanî tîmên xwe vekişandin

Piştî erdehjê tîmên rizgarkirnê yên ji dewletên cîhanê berê xwe da herêma erdhejê û tev li xebatên rizgariyê bûn. Lê piştî ku li bajaran bûyerên talan û lînçkirinê zêde bûn, tîma ku ji Îsraîlê hatibû, vegeriya welatê xwe. Tîmê diyar kir ku ji ber metirsiya li ser endamên tîmê vegeriyane. Her wiha tîmên girêdayî artêşa Îsraîlê jî ji herêmê derketin.

Duh li Îskenderûnê tîmên ji Almanya û Awusturyayê hatibûn jî ji ber metirsiyên ewlehiyê navber da xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê. Tîma ji Awusturyayê dû re da zanîn ku dê leşkerên tirk ji bo ewlehiya wan werin erkdarkirin û ew jî xebatên xwe bidomînin.

Talan û lînç

Ji gelek welatan û bajarên din ên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê alîkarî ji herêmên erdhejê re tê şandin. Lê li herêmê heta niha gelek caran kamyonên alîkariyê hatine talankirin, her wiha hin kesên ku ji bo alîkariyê berê xwe dabû herêmê, ji aliyê polîsên dewletê ve hatin binçavkirin û îşkence lê hate kirin.

Li ser hesabên medyaya dîjîtal gelek dîmenên dizî û talanê hatin weşandin û ji gelek hesabên kesên nîjadperest, nemaze li hember sûriyeyiyan propaganda hate kirin. Pê re jî gelek dîmenên girtin û îşkencekirina kesên ku tê îdiakirin dizî kirine, hatin weşandin. Di hin dîmenên de xuya dibe ku kesên îşkenceyê dikin polîs û leşkerên dewletê  bixwe ne.

Sê kes bi lîncê kuştin

Li navçeya Defne ya Îskenderûnê 3 kes ji ber îdiayên ku talan kirine, hatin lînçkirin û her sê kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 5 ciwanan ji Amedê berê xwe da Semsûra ku erdhejê bandoreke giran lê kiriye, da ku alîkariyê bikin. Polîsên dewletê her pênc ciwan girtin, îşkence lê kir û piştî ku tazî kirin, danîn derveyî bajarê Semsûrê.

‘Zarokan direvînin Efrîna dagirkirî’

Li ser medyaya dijîtal gelek îxbarên têkildarî zarokên winda têne kirin. Cîgirê serokê giştî yê Partiya Gelecekê ya muxalefetê ya Tirkiyeyê Selîm Temurcî têkildarî di weşana televîzyonekê de got ku zarokan direvînin Efrîna ji aliyê dewleta tirk û çeteyên vê ve hatiye dagirkirin.

Çapemeniya tetikkêş dengê mexdûran dibire

Li herêmên erdhejê gelek nûçegihan û dezgehên çapemeniyê hene û bi domdarî weşana zindî dikin. Lê tê çapemeniya tetikjkêş ji mexdûrên erdhejê zêdetir, bala xwe dide ser rayedarên dewletê û azarên gel nîşan nade. Yên ku gazinên xwe dikin jî dengê wan kêm dike yan dibire. Di gelek weşanan de dema ku mexdûrên erdhejê bertekên xwe anîn ser ziman, ji aliyê nûçegihan an jî kanalan ve hatin astengkirin. Mexdûrên erdhejê li ser dezgehên çapemeniyê yên muxalîf destnîşan dikin ku çapemeniya tetikkêş ji bo nixumandina rastiyan û propagandaya hikumetê li herêmê ye.

Metirsiya belavbûna nexweşiyan zêde dibe

Di erdheja 6’ê sibatê de bi deh hezaran avahî hilweşiyan û li gorî tehmînan bi sed hezaran kes di bin kavilan de mane. Ji ber ku alîkariya profesyonel dereng gihişt herêmên erdhejê, bi taybet li Îskenderûn û navçeyên wê û Mereş û navçeyên wê gelek cenaze hê jî di bin kavilan de ne.

Pispor hişyariyê didin ku ji ber tunebûna madeyên paqijiyê û cihên serşûştin û paqijiya şexsî, her wiha ji ber cenazeyan û bêhna wan, dibe ku nexweşiyên nû derkevin. Tê diyarkirin ku li gelek deveran hê jî tuwalet nehatine danîn û ji bo paqijiyê av bi dest nakeve.