12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhejê Cindirêsa Efrînê wêran kir çete jî dizî û talanê dikin

Welatiyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî got ji sedî 90`ê navçeyê bi erdê re bûye yek, bi dehan malbat di bin kavilan de ne û çeteyên ‘Tehrîr El Şam’ û çeteyên din alîkariyan didizin û ciwanan dikujin.

Welatiyê bi navê Ş.L. ê ji navçeya Cindirêsê ya dagirkirî ku bi rêya telefonê xwe gihand ajansa ANHA’yê û  got ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) li Kolana 16`an a navçeyê 2 ciwan qetil kirin.

Ş.L. anî ziman ku çeteyan beriya guleyan li her du ciwanan bireşînin, ji wan re gotiye “Hûn ji kesên di erdhejê de mirine ne çêtir in.”

Têkildarî rewşa Cindirêsê jî, Ş.L. destnîşan kir ku piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr Şam hatin navçeyê û çeteyên din reviyan, dewleta Tirk a dagirker navbeynkarî kir û ew çete careke din vegerandin navçeyê.

Ş.L. da zanîn ku ruxmî felaketa li navçeyê qewimiye jî, çeteyên dewleta tirk milkên welatiyan didizin û kolanan di nava xwe de dabeş dikin da ku tiştên di malên rûxandî de bidizin.

Her wiha got hejmarên dibêjin ku hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, ne rast in û da zanîn ku hejmara rast ji wê zêdetir e û bi dehan malbat hîna di bin kavilan de ne û tu kes tune ye wan xilas bike.

Ş.L. got alîkariyên ku ji derve tên, bi taybet sotmenî, ji aliyê çeteyan ve tên dizîn û piştre difiroşin şêniyan.

Li gorî heman welatiyî, ji sedî 90 ji Cindirêsê bi erdê re rû bûye yek, malên ku nehatine rûxandin jî zirar dîtine û kes nikare tê de bimîne, ji lew re wan kon li erdên çandiniyê vedane û tê de dimînin.

Tîmeke “rizgariyê” bi hinceta ku tu kes di bin enqazan de nemaye, ragihand ku wan xebatên lêgerîna li kesên di bin xirabeyan de daye sekinandin. Lê belê gelek çavkanî diyar dikin ku hîna gelek malbat bi temamî di bin enqazan de ne.

Li aliyekî din şerê di navbera komên çeteyan de li navçeyê yê li ser parvekirina dizî û alîkariyan dewam dike.