3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keya bertek nîşanî nelirêtiyê da li şûna wî qeyûm hat tayînkirin

Li şûna keyayê Taxa Esentepeyê ku di dema tespîtkirina xisarê de li dijî nelirêtiyê derket, qeyûm hate tayînkirin.

Qeymeqamê navçeya Karakopru ya Rihayê li şûna keyayê Taxa Esentepeyê Omer Bagiran qeyûm tayîn kir. Bagiran, der barê  mijarê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahiya wê belav kir û wiha got: “Dema tîmên ku piştî erdhejê ji bo vênerînê hatin taxê, min ew hişyar kirin ku xebata xwe baldartir bikin. Lewma li şûna min qeyûm hat tayînkirin.”

Ajansa Mezopotamyayê  xwe bi riya telefonê gihand Omer Bagiran. Bagiran, têkildarî mijarê ev agahî dan: “Ji bo tespîtkirina xisarê ji taxê re tîm hatin şandin. Van tîman bêyî ku kontrolan bikin, barkod xistin deriyên malan û çûn. Şêniyên taxê li min geriyan û gotin; ‘Em barkodê didin xwendin lê nivîsa ‘avahiya ku kesek nikare têkevê’ derdikeve pêşiya me.’ Lewma jî min ji tîmê re got; ‘hûn çima kontroleke baş nakin?’ Ji min re gotin; ‘Tu hesab ji me dipirsî?’ Piştre jî xebat dan sekinandin. Piştre jî li qereqolê bangî min kir. Tîmê, bi hinceta ‘xebatan asteng dike’ giliyê min kirine. Li qereqolê mohra keyatiyê ji min hate standin.”

Bagiran ji peywirê hate girtin û saetek piştre jî Qeymeqamtiya Karakopruyê bang lê kir. Mohra ku ji Bagiran hatibû standin radestî ezayê 1’emîn Halîl Esmer hate kirin.