22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo girtiyên nexweş liv û tevger divê

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê 10 meh li pey xwe hişt. Di nava van 10 mehan de ji ber ku rayedarên dewleta tirk şert û mercên zindanan baş nekirin û tu bersiv nedan çalekgerên Nobeda Edaletê, 49 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Zext, tundî û îşkenceya li zindanan her ku diçe girantir dibe. Her wiha girtiyên ku cezayê wan xelas dibin înfazê wan dişewitînin û berdana wan asteng dikin.

Çalakgerên Nobeda Edaletê yên Amedê ku heta niha bi gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin kirine û daxwaza piştevaniyê kirine, heftê 3 rojan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê, li ber Edliyeya Amedê û li ber kampûsa girtîgehên Amedê çalakiya xwe berdewam dikin. Der barê çalakiya wan û rewşa girtîgehan de em bi çalakgera Nobeda Edaletê Herdem Merwanî re axivîn.

Pandemiyê bi kar anîn

Çalakger Herdem Merwanî, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 10 meh in  çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê didomînin û ev tişt got: “Beriya em dest bi vê çalakiyê bikin li zindanan qiyamet hebû. Agahiyên kuştinan hebûn, her wiha ji girtiyên nexweş agahî nedihatin girtin. Dema ku pandemiya covîd-19’ê jî dest pê kir herî zêde zindan ji vê bibandor bûn. Dewleta tirk pandemiyê weke amûreke îşkenceyê li dijî girtiyan bi kar anî. Herî zêde jî girtiyên nexweş ji vê rewşê bibandor dibûn. Ji hêla civakî û tenduristiyê ve girtî bi derûniyeke nebaş re rû bi rû man. Her wiha wan diavêtin hucreyan û têkiliya wan a bi malbatên wan re jî qût dikirin. Ji bo ku balê bikişînim ser rewşa zindanan 3 rojan li malê ketim greva birçîbûnê. Di heman demê de malbatan jî li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Bi Nobeta Edaletê re êdî rewşa zindanan hêdî hêdî ket rojevê.”

Heftê 3 rojan çalakiyê dikin

Merwanî, bi bîr xist ku çalakiya Nobeta Edaletê heftê sê rojan pêk tê û ev agahî dan: “Di destpêkê de li Baroya Amedê her rojê û 4 mehan çalakiya me berdewam kir. Niha jî hefteyê 3 rojan em çalakiya xwe dikin. Rojekê li ber deriyê girtîgehan, rojekê li pêş avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) û rojekê jî li ber avahiya Edliyeya Amedê çalakî tê kirin. Dem deman gelek rojnameger û heta ji ber ku çalakiya me ketiye rojeva derveyî welat jî rojnamegerên biyanî jî bi me re hevpeyvînan çêdikin. Weke malbatên girtiyan em ê vê çalakiyê heta dawiyê bidomînin. Lê domandin tenê çareserî nîne. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe divê herkes li ser vê rewşê bisekine.”

‘Divê liv û tevger hebe’

Di berdewamiya axaftina xwe de Merwanî, bi lêv kir ku di encama çalakiya wan de Wezaretê Dadê neçar maye ku der barê girtiyên nexweş de daxuyanî bide û wiha got: “Daxwaza me ew e ku demildest girtiyên nexweş û yên înfazê wan hatine şewitand bên berdan. Şert û mercên zindanan pir giran in û divê ev bê çareserkirin. Ev pirsgirêk ne tenê ya kesayetî ye, ev pirsgirêk a hemû civaka Tirkiyeyê ye. Ji bo ku ev rewş çareser bibe divê Wezaretê Dadê, partiyên siyasî, saziyên sivîl û kesên demokrat û mûxalîf bikevin di nava liv û tevgerê. Di encama çalakiya me de Wezaretê Dadê ji bo ku şert û mercên girtiyên nexweş baş bibe daxuyanî dabû. Ev daxuyanî baş in lê divê bikevin meriyetê. Tenê bi gotinan ev rewş nayên çareserkirin. Ji ber ku ev çalakî bandorê li civakê dike Wezaretê Dadê neçar ma ku daxuyaniyek bi vî rengî bide. Ji van gotinan em dixwazin bawer bikin. Lewre ji ber ku rewşek mirovahî ye em dixwazin ji vê daxuyaniyê bawer bikin. Divê ji bo hemû girtiyên di zindanan de şert û merc bên guhertin.”

Çalakiya wan hêz dide girtiyan

Merwanî, destnîşan kir ku çalakiya wan hêz dide girtiyên di zindanan de jî û wiha axivî: “Ji ber ku zindana bavê min lê dimîne dûr e, ez û malbata xwe derfet nabînin ku biçin wî bibînin. Her wiha malbatên din jî di vê rewşê de ne. Pirsgirêka herî mezin jî aborî ye. Ne tenê salek an jî du sal in. 30 salan di zindanên de dimînin û ev rewş ji bo aboriyê jî gelekî giran e. Heta niha nêzîkî me bû û em diçûn hevdîtina wî. Lê heta em ji vir biçin hevdîtinê û mesrafek zêde bikin, em wan pereyan ji bo pêdîviyên wan di hesabê wan de radizînin. Lê xizmên me yên nêzîkê bajarê zindanê ne diçin bavê min dibînin. Li gorî ji me re parve dikin ji çalakiya me gelekî kêfxweş e û hêz dide wan. Her dema ku telefonê jî vedike van hestên xwe bi me re parve dike û spasiyên xwe ji çalakgeran re dişîne.”

‘Divê rola xwe bileyîzin’

Di dawiya axaftina xwe de Merwanî, diyar kir ku ji roja ku çalakiya Nobeta Edaletê dane destpêkirin ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û ev bandoreke giran li ser wan çêkiriye û ev tişt anîn ziman: “Em hêvî dikin rewşa girtiyan di demek nêzîk de zêdetir bikeve rojeva Tirkiyeyê û meclisê. Em jî li kolana ne û xwestekên xwe tînin ziman. Lê di vê demê de divê herî zêde partiyên siyasî rola xwe bileyîzin. Em dixwazin di destpêkê de HDP, CHP û partiyên din vê rewşê zêdetir di rojevê de bihêlin. Ji roja ku me çalakî daye destpêkirin ve heta niha 49 girtiyan jiyana xwe ji dest dane lê ev hejmar dibe ku zêdetir bibe. Kesên ku me ji wan re name dişandin agahiya wan dihat ku jiyana xwe ji dest dane. Mayîna girtiyan ya di girtîgehê de rojek jî zêde ye. Ji ber wê jî divê her kes piştevaniya me bike ku ev çalakî rojek zûtir bi serkeve.”