spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rojnamegerên girtî re rojname qedexe ne

Edîtorê rojnameya me Zeynel Abîdîn Bûlût ku di 16’ê hezîranê de bi 15 hevalên xwe yên rojnameger re hat girtin, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 ya Amedê, bi nameyekê ragihand ku rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û BîrGunê nadin wan. Bûlût, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê ji bilî radyoyeke bisînor derfet nade wan qenalên weşanên muxalîf bişopînin.

Bûlût, da zanîn ku ji bo meha îlonê xwestine bibin aboneyên rojnameyên Yenî Yaşam, BîrGun û Evrenselê lê ev daxwaza wan bi awayekî kêfî hatiye redkirin. Bûlût,bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî devkî jê re gotiye “Ev rojname qedexe ne” û wî jî ev bersiv daye: “Min rêgez bi bîra wan xist û ji wan re got ‘ji bilî weşanên qedexe û yên biryara berhevkirina wan heye hemû weşan tên dayîn.”

Bûlût, diyar kir ku der barê nedana rojnameyan de bi daxwaznameyekê serî li rêveberiya girtîgehê daye lê tevî ku dem bi ser re derbas bûye jî bersiva daxwaznameya wî nehatiye dayîn.