4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Civîna Iraqê ya bêyî Sedir bê encam ma

Doh li ser banga serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî aliyên siyasî yên Iraqê li hev civiyan lê aliyê Sedir dîsa tev li vê civînê nebû. Tevî ku di vê heftiya dawî de hinekî bêdengî heye lê li gorî çavdêrên siyasî di her kêlîkekê dibe ku dîsa rewşa Iraqê aloztir bibe.

Lihevkirin gelekî zehmet e

Di vê der barê de Fadil Bidêrî ku yek ji lîderên Şîiyan ê bajarê Necefê ye wiha dibêje: “Lihevkirin niha qet ne mumkune. Em bi hêvî ku rewş bi rengekî çareser bibe lê tu nîşaneyên xêrê di rewşa heyî de xuya nake”

Nakokiya herî mezin di navbera aliyê Sedir û aliyê Çarçoveya Kordînasyonî ya bi serkêşiya Nûrî Malikî ye ku di nava xwe de gelek aliyên şîiyên alîgirên Îranê dihewîne. Aliyê Sedir beriya daxuyaniya Sedir ya vekişandina ji siyasetê daxwaz dikir ku hemû partiyên berê di rêveberiya Iraqê de cih girtine xwe vekişînin û ew tev bi nelêritiyê tewanbar dikirin.

Tevî ku Sedir da xuyakirin ku wî xwe ji siyasetê vekişandiye lê her kes dizane ku ew xwedî girseya herî mezin e û ti çareseriyeke ne li gorî daxwaza Sedir dikare bibe sedema ku alîgirên wî dîsa dakevin kolanan.