27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên PDK’ê bi Tirkiyeyê re êrîşî komeke gerîllayên HPG’ê kirin

Êrişên Tirkiyeyê di meha nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin didomin. Li gorî nûçeyeke ku RojNewsê derbas kiriye, Artêşa Tirk li nêzî bajaroka Xelîfan a navçeya Soran a Hewlêrê li dijî komeke gerîllayên HPG’ê êrîşeke hewayî pêk aniye û pişt re hêzên PDK’ê jî ji bejahiyê ve piştgirî dane êrîşa hewayî ya Artêşa Tir.

Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku li herêmê şer derketiye û bi lêv kirin ku di êrîşa PDK’ê piştgirî daye Artêşa Tirk de 2 gerîllayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane û 3 gerîlla jî bi birîndarî dîl ketine destê hêzên PDK’ê.

Beriya niha jî PDK’ê li heman herêmê du komên HPG’ê xistibûn kemînê û 9 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Tevî hewldana malbatan jî PDK cenazeyên gerîllayên HPG’ê nedabû malbatên wan.