8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Ukraynayê dest bi hemleyeke nû kir

Serokê Uraynayê Vlodomir Zelenskî ji ajansa Reuter’ê re axifî û agahî der barê pêşketinên dawî ên artêşa Ukraynayê de dan. Zelenskî doh êvarê der barê şer û pevçûnên dawî û pêşketina artêşa Ukraynayê de wiha got: “ Hêzên me leşkerên Rûsyayê ji 2 bajarokên başûr û bajarokekî rojhilatê welat derxistin.”

Her wiha wêneyên leşkerên Ukraynayê ku li navçeya Vysokopillya ya Khersonê ala Ukranyayê li ser avahiyekê hildan hate servîskirin.

Hêjayî gotinê ye ku Ukraynayê beriya çend rojan ji rewşa parastinê derbasî êrîşê bû û hemleyeke bi navê êrîşa dijber dabû destpêkirin. Wiha xuyaye ku di encama vê hemleya nû û bi piştgiriya hin çekên nû yên pêşketî artêşa Ukraynayê hinekî rewşa vî şerî guhertiye û hin navçeyên xwe ji destê artêşa Rûsyayê derxistiye.