20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî şer û talankirina xwezayê dê bimeşin Cûdî yê

Li Kurdistanê talankirin û qirkirina xwezayê didome. Bi taybetî jî Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebarê û herêma Bestayê ya Şirnaxê 2 sal in bi hinceta “ewlehiyê” bi hezaran ton dar hatin birîn. Di heman demê de li Çewlig, Dêrsim û gelek bajarên din ên herêmê qirkirina daran berdewam dike.  Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî vê qirkirinê dê di 17’ê îlonê de li Çiyayê Cûdiyê bi dirûşmeya “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” meşekê li dar bixin. Hevberdevkên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol û Mirad Bîlgîç ji bo meşa ku dê bê lidarxistin de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Mirad Bîlgîç, diyar kir ku ji her alî ve xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û wiha got: “Talankirina xwazeyê ya li Kurdistanê tê kirin, li tu devereke cîhanê nayê kirin. Xweza ji aliyekî ve bi santralan, bendav û HES’an û ji aliyekî ve jî bi şewitandina daristanan û birîna daran tê kirin. Bi meşa ku dê were li dar xistin em ê bersiveke xurt bidin vê qirkirinê. Ev erdnîgarî ne malê bavê wan e. Berî wan jî hebû û dê piştî wan jî hebe û dê her tim hebe. Li dijî vê yekê em bang li hemû partiyên siyasî, sendîka û saziyan dikin ku werin tev li çalakiyê bibin û em bi hev re vê qîrkirine bisekinînin.”

‘Em ê jiyanê biparêzin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Bîlgîç, destnîşan kir ku sedema wêrankirina axa Kurdistanê nijadperestiya li dijî kurdan e û ev tişt got: “Dibêjin bila kurd sûdê jê negirin. Nêrîna wan ev e. Nexweşiya wan a nijadperestiyê ye. Lê dema ku xwezaya Kurdistanê were wêrankirin bandor li ser hemû dinyayê dike. Lewma ev, ne tenê gelê Tirkiye û Kurdistanê hemû gelen cihanê jî eleqeder dike. Dema xwezaya Kurdistanê bê wêrankirin û dar bên birîn hevsengiya xwezayê jî xirab dibe û ev jî dê bandorê li her derî bike. Ew dibejin em ê golê ziwa bikin, bi vî awayî em ê bi ser bikevin. Lê serketin bi vî awayî nabe. Em wekî Tevgera Ekolojiyê dibejin ku ew jiyan e, ne mijara serkeftin û binketinê ye. Ji bo rantê em dest ji jiyanê bernadin û em ê jiyanê biparêzin.”

Wê ji Cizîrê heta Cûdiyê bimeşin

Bîlgîç, bal kişand ser bêdengbûna sazî û komeleyên ekolojiyê jî û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Em dê xwe bigihînin hemû sazî û dezgeyên ku xwezayê diparêzin. Em dixwazin bi hev re li hemberî vê qirkirinê li Cizîrê bin û heta Cûdiyê bimeşin. Lê heke neyên em ê vê yekê ji bîr nekin. Heke li Kurdistanê qirkirina xwezayê hebe, ev tenê ne pirsgirêka komeleyên ekolojiyê ne. Divê hemû kesên ku ji bo ekolojiyê tevdigerin di vê meşê de cihê xwe bigrin. Em ê xwe bigihînin hemû saziyên ekolojiyê. Em ê yên bên ji bîr nekin û yên neyên jî em ê nijadperestiya wan ji bîr nekin.”

‘Armanc Kurdistan ji mirovan vala kirine’

Hevberdevk Derya Akyol diyar kir ku bi taybetî piştî polîtikayên neo-lîberal xweza  ji bo rantê bêhtir hat wêrankirin û wiha got: “ Armanca wêrankirina xwezaya Kurdistanê bişavtin e. Desthilata AKP’ê ji bo hevkarên xwe her der ji rantê re vekiriye. Dibe ku armanca projeyên rantê ku li Tirkiyeyê dane destpêkirin, cuda be. Lê bi taybetî armanca projeyên rantê ku li bakurê Kurdistanê dane destpêkirin, wêrankirina xwezaya Kurdistanê ye û valakirina ji mirovan û bişavtin e. Piştî Heskîfê li her derê heremê daristan hatin şewitandin, bendav li ser Çemê Dîcleyê û Çemê Firatê çêkirin. Ev hemû nîşan didin ku armanc Kurdistanê ji mirovan vala bikin. Wêrankirina xwezayê tenê ne pirsgireka Kurdistanê ye. Lewma divê em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin. Komele û saziyên ekolojiyê li hemberî wêrankirina xwezeya Kurdistanê bêdeng in. Komele û saziyên ekolojiyê ku li Tirkiyeyê dixebitin nikarin bi helwestekê hevpar bertek nîşan bidin. Lewma, mixabin hem ji ber çapemeniyê hem jî ji ber desthilatê li hemberî xwezaya Kurdistanê nijadperestî heye.”

Birîna daran pirsgirêka her kesî ye

Di dawiya axaftina xwe de Akyol, destnîşan kir ku wêrankirina xwezaya Kurdistanê giredayiyê polîtikayên şer e û ev tişt got: “Hem daristan tên şewitandin hem jî darên Kurdistanê tên birîn. Wêrankirina xwezaya Kurdistanê pirsgireka hemû mirovahiyê ye. Peyama me ya li hemberî vê qirkirinê ev e; heke em bi hev re li hemberî qirkirina xwezayê têbikoşin, em ê bigihîjin armanca xwe. Em banga xwe careke din dubare dikin; ew darên ku li wir tên birîn pirsgireka me hemûyan e, ji ber wê em her kesî vedixwînin meşa li Cûdiyê.”