20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya ji bo kirîna fûzeyan serî li Koreya Bakur daye

Li gorî agahiyên istixbarata Amerîkayê piştî ku Rûsya hêviya xwe ji Çînê birî ji bo kirîna fûzeyan berê xwe da Koreya bakur û bi milyonan fûze kirîn.

Rûsya piştî kirîna balafirên bê mirov ji Îranê îca jî ji bo kirîna fûzeyan berê xwe daye koreya bakur. Li gorî rojnameya New York Times ambargoyên ku Amerîka û welatên Rojava li ser Rûsyayê ferz kirin, hişt ku Moskovayê berê xwe bide Îranê û niha jî berê xwe bide Koreya bakur û bi milyonan topên tankan û fûzeyan jê bikire.

Ligorî daxuyaniya hin berpirsên Amerîkayê hêviya Rûsyayê hebû ku Çînê di warê çekan de alîkariya wê bike lê wiha xuyaye ku hêviyên wê ji Çînê şikestine û loma berê xwe daye Îran û Koreya bakur da ku çekan ji wan bikire.