8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Putîn: “Ambargoyên li dijî welatê me bandorê li hemû cîhanê dike”

Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn der barê ambargoyên li ser welatê xwe de axifî û ew wekî êrîş û dijminahiya li dijî welatê xwe nirxand. Putîn her wiha ev ambargo wekî sedema krîza aborî ya ku niha tê jiyîn binav kir û hişyar kir ku dê ev ambargo bi xwe re krîzeke mezin a xurekan li hemû cîhanê bîne.

Putîn îro di Forma Aborî ya li bajarê Vladivostok ê Rûsyayê de der barê ambargoyên li ser welatê xwe de asxifî û wiha got: “Ambargoyên li dijî welatê me, metirsiyeke ji bo hemû cîhanê û çi dibe bila bibe ew nikarin Rûsyayê tecrîd bikin.”

Putîn rayedarên welatên Rojava ku li dijî Rûsyayê ambargoyê dikin tewanbar kir û got ku ew bi van biryarên xwe kûr û dûr li meseleyê nanêrin, ji ber ew bi van amêbargoyan aboriya cîhanê qels û lewaz dikin.

Dê krîza xurekan mezintir bibe

Putîn berpirsiyariya krîza xurekan li cîhanê bi ambargoyên welatên Rojava yên li ser Rûsyayê ve girêda û wiha got: “ Ev yek cihê mixabîniyê ye ku hemû genimê ji Ukraynayê derket birin welatên Ewropayê û tu welatekî feqîr ji wî genimê sûd negirt.”

Putîn der barê helwesta Amerîkayê de jî wiha got: “Washington bi behaneya yekitiya NATO’yê hewl dide ku rojeva xwe ya siyasî li ser parzemîna Ewropayê ferz bike.”