28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber ku elewî ne rê nabin gundê wan

Li gundê Arûsê yê bi ser navçeya Xinûsê, bi salan e riyên wan nayên çêkirin. Xelkê gund dibêje ji ber ew elewî ne riyên wan nayên çêkirin.

Li gundê Arûsê yê bi ser navçeya Xinûsa Erziromê ve bi salan e tevî daxwaz dikin jî riyên wan nayên çêkirin û di nava heriyê de mane. Xelkê gund bertek nîşanî çênekirina rê da û dibêjin ku ew ji heriyê nikarin gavên xwe biavêjin. Xelkê gund destnîşan dike ku ji ber elewî ne riyên wan nayên çêkirin û li dijî vê nêzîkatiyê bi gilî û gazin in.

Ji gundiyan Tûran Nar anî ziman ku li gel ew gelek caran çûne cem şaredarê AKP’yî jî lê daxwaza wan bi cih neaniye û wiha got: “Şerm û heya wan jî nîn e tên ber deriyê me rayan dixwazin. Em gelek caran çûn şaredariyê jî lê li rûyê me jî nenêrîn. Beriya hilbijartina şaredariyê hatin vir û soz dan ku wê riyên me çêkin. Lê soza xwe ji bîr kirin. Bila ev ji bo rayan neyên ber deriyê me.”