6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Werzîşvaneke jin li Îranê hate qetilkirin

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarîn Cheng li Îranê hatiye qetilkirin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarîn Cheng hatiye qetilkirin û cenazeyê wê li quntarê çiyayekî Tehranê hatiye dîtin.

Hêjayî gotinê ye çalakvan Mehsa Zarîn Cheng dema ku piştgirî daye serhildanên gel li Îran û rojhilatê Kurdistanê û gelek caran di dema serhildanê de hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin. Roja ku wê bi hevalên xwe re biçûya çiyageriyê winda bû. Di heman rojê de rayedarên hikumeta Îranê li ser mala werzîşvan de girtin, dest danîn li ser tiştên wê yên şexsî, malbatê jî daxuyaniyeke fermî neda. Di 1’ê gulanê de cenazeyê werzîşvanê li quntara çiyayekî Tahranê hat dîtin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku werzîşvan hatiye qetilkirin û gef li malbatê hatiye kirin. Ji malbatê xwestin sedemê mirina wê weke ‘Dema ku hil dida çiya ji bilandahiyê ketiye’ diyar bikin û sedemê mirina wê nehat aşkerakirin.

Cenazeyê Mehsa Zarîn Cheng di bin dorpêça hêzên hikumetê de li goristana Îlam Beheşt Reza hate definkirin.