8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beşdarên civîna Emanê li ser gelek xalan li hev kirin

Bi armanca nîqaşkirina qeyrana siyasî ya Sûriyeyê wezîrên derve yên Sûriye, Erebistana Siûdî, Ûrdin, Misir û Iraqê li Emanê civînek pêncalî lidar xistin. Di civînê de li ser çend xalên girîng lihev kirin

Şevê din Wezîrên Karên Derve yên Sûriye, Erebistana Siûdî, Ûrdin, Misir û Iraqê şeva borî li Emana paytexta Ûrdinê ji bo gotûbêjkirina qeyrana siyasî ya Sûriyeyê civîneke pêncalî lidar xistin. Ev civîn weke dewama civîna şêwirî ya wezîrên derve yên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) bu ku di 14’ê Nîsanê de li bajarê Cîdde ya Erebistana Siûdî ji bo gotûbêjkirina zêdekirina alîkariyên mirovî yên welatên ereb bo Sûriyeyê hatibû lidarxistin.

Hate diyarkirin ku ev civîn destpêka wan civînane ku berdewama danûstandinên bi armanca gihiştina çareseriyê ya qeyrana siyasî ya Sûriyeyê ye. Di heman demê de bi awayek paralelê benda 2254 ya Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî û destgirtina hemû derencamên qeyrana mirovî û siyasî ya Sûriyeyê.

Wezîrên derve yên Ûrdin, Erebistana Siûdî, Iraq û Misirê diyarkirin kirin ku piştgiriya xwe ji bo bidawîkirina qeyranê û hemû tiştên ku dibin sedema kuştin û wêrankirinê ku bandoreke nerênî li ser herêmî û navnetewî kiriye, bi rêya çareseriyeke siyasî yekitî û yekgirtina Sûriyeyê biparêze. Herwiha daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bînin, ji zilma terorê rizgar bikin û dabînkirina şert û mercên guncaw ji bo vegerîna penaberan amade bikin. Di dewama vê de hat ragihandin ku ev jî wê bibe sedema derketina hemû hêzên ne yasayî yên biyanî ji Sûriyeyê ku lihevkirina netewî bê bidestxistin, ewlekarî, aramî, tenduristî û rola Sûriyeyê dîsa vegere.

Di civînê de behsa aliyên mirovî û pêngavên pêwîst ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê û çendîn mijarên ewlekarî û siyasî hatin kirin.

Wezîran bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê re li ser rojeva danûstandinan lihev kirin ku dê li gorî dema lihevkirî berdewam bin. Lihevkirin li ser rewşa mirovî, ewlekarî û siyasî bû.

Herwiha wezîrên derve yên Iraq, Misir, Ûrdin, Erebistana Siûdî û Sûriyeyê li ser van xalan lihev kirin:

-Şandina alîkariyên mirovî û pizîşkî yên ku alîkare ji bo pêwistiyên jiyanî ji hemû gelê Sûriyeyê re. Herwiha pêwîste hemû hewldan bên ji bo dabînkirina alîkariyan û hemahengiya di navbera Sûriye û sazî û rêxistinên peywendîdar yên Netewên Yekbûyî bên kirin. Evane hemû di çarçoveya biryarnameyên peywendîdar yên Netewên Yekbûyî ku ew jî bendên 2254 û 2672 ne.

Wezîran piştgiriya biryara Sûriyeyê ya ji bo vekirina deriyên ‘Bab Selame’ herwiha nêrîna Netewên Yekbûyî ya têkildarî gihandina alîkariyên û mirovî û pizîşkî ya piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’yê li Sûriyê pêkhatî. Herwiha wezîran keyfxweşiya xwe nîşan dan.

-Di civînê de vegerîna xwebexşane û selametiya penaberan ya li welatê wan hat gotûbêjkirin. Herwiha wezîran dan zanîn ku ji bo bi awayek lezgîn xistina meriyetê ya van biryaran divê pêngavên cidî bên avêtin.

-Zêdekirina alîkariyan di navbera hikûmeta Sûriye û ew welatên ku bi saziyên peywendîdar yên Netewên Yekbûyî re mêvandariya penaberan dikin. Hemahengiya bi sazî û rêxistinên peywendîdar yên Netewên Yekbûyî re li ser bingehê vegerîna bi silamet ya ya penaberan, di çarçoveya tedbîrên taybet de li Sûriyeyê bidawîkirina êş û azaran.

-Hikûmeta Şamê bi hemahengiya saziyên peywendîdar yên Netewên Yekbûyî re dest bi destnîşankirina pêdawîstiyên bingehîn û baştirkirina xizmetgûzariyên giştî, di heman demê de zelalkirina wan tedbîrên ji bo hêsanîkirina vegera penaberan.

-Di civînê de behsa alîkariyên di navbera hikûmeta Şamê û hikûmeta Ûrdin yên bi hemahengiya saziyên peywendîdar yên Netewên Yekbûyî re, têkildarî çêkirina zemînê proseya vegera xwebexşane ya hezar penaberên Sûriyeyê ji Ûrdinê hat kirin. Ev jî bi mercê ku Hikûmeta Şamê mîsogeriya dabînkirina şert û mercên ewlekarî û pêdawîstiyan pêkbîne û Netewên Yekbûyî jî pêdawîstiyên van penaberan bicih bîne.

-Alîkariya di navbera hikûmeta Şamê û welatên peywendîdar û Netewên Yekbûyî de ji bo dariştina stratejiyek hemû alî ku têde zêdekirina ewlekariyê, têkoşîna li dijî terorê bi hemû form û rêkxistinan ve û bidawîkirina hebûna rêkxistinên terorîst li herêmên Sûriyeyê.