19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê li dijî xebatên hilbijartinê qirkirina siyasî

Bi mebesta astengkirina xebatên hilbijartinê li Stenbolê li hemberî endam û rêveberên HDK, HDP û Partiya Çepên Kesk operasyona qirkirina siyasî hate kirin. Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan li navçeyên Başakşehîr, Esenyûrt, Arnavûtkoy û Kûçûkçekmeceyê û gelek navçeyên din avêt ser gelek malan. Polîsan li malan lêgerîn pêk anîn û rêvebir û endamên Partiya Demokratîk Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk jî di nav de herî kêm 17 kes binçav kirin.

Hinceta binçavkirinê nehate zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li kolan Vatanê ye. Hat zanîn ku biryara sînordarkirinê ya 24 saetan danîne ser hevdîtina parêzeran a li gel miwekîlên xwe. Her wiha hat diyarkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye.

Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Devîn Doga Ayaz, Hulya Îlyas, Serkan Şengûl, Eylem Taşdemîr, Mûstafa Şîşman, Serhat Tokûş, Arafat Emekçîlerî, Tufan Emekçîlerî, Erkan Ozmen, Cevdet Bîçer, Yûnûs Aslan, Berfîn Koçak, Hêvîdar Ozdemîr, Omer Gûlsûl, Mervan Beyret, Adem Ozgen, Onûr Îlbars.