3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo Kampa Holê civîneke navdewletî tê lidarxistin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku wê îro der barê malbatên Iraqî yên li Kampa Holê, civînek navneteweyî were lidarxistin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji ajansa nûçeyan a Iraqê re ragihand ku der barê malbatên Iraqî yên li kampa Holê de wê civînek navneteweyî were lidarxistin.

Ehmed Sehaf wiha got: “Wê îro ji bo nîqaşkirina nêrîna hikumeta Iraqê ya der barê Kampa Holê ya li Sûriyeyê de, Wezîrên Karên Derve, şêwirmendên ewlehiya neteweyî, şande û rêxistinên li Iraqê dimînin, bicivin. Çareserkirina pirsgirêka Kampa Holê ji bo Iraqê êdî berjewendiyeke ewlehiyê ya bilind e, ji ber ku gelek bandorên civakî çêdike.”

Ehmed Sehaf di dewamê de destnîşan kir ku hikumeta Iraqê bang li civaka navneteweyî dike ku ji hemû dewletên ku welatiyên wan li Kampa Holê hene bixwaze ku wan welatiyên xwe di zûtirîn dem de vegerîne û vê kampa ku bûye cihekî xeternak, bigire.

Her wiha Sehaf da zanîn ku hikumetê erk belav kirine û berpirsyartî ji komeke saziyên hikumetê re diyar kirine da ku xebatên veguhestin, amadekirin û tevlîkirina hemû malbatên Iraqî yên ji kampa Holê hatine, dewam bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf heman demê de bi bîr xist ku bi giştî 5 hezar û 569 kes ji kampa Holê veguhestine Iraqê.