21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çavê xwe ji tecawizên li cemaetan digirin

Endama lijneya rêveberiyê ya saziya ROSA’yê Sûzan Îşbîlen got ku îstîsmara zayendî û tecawizên di nava cematan de tên kirin ji hêla deshilatê ve ser wê tê girtin û ev tişt got: “Kesên dixwazin îstîsmar û tecawizê bikin, bi gelemperî li terîqat û cemaatan ji xwe re cihekî peyda dikin.”

Li her deverê cîhanê îstismara zayedî li zarokan tê kirin. Li Tirkiyeyê bi destê desthilatdariya AKP- MHP’ê ev îstismara ku li zarokan tê kirin gelekî zêde bûye. Serokkamarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan Peymana Stenbolê ku zarok û jin diparastin ji holê rakir. Bi rakirina Peymana Stenbolê re kesên ku di xwestin tecawiz û îstismara zayendî bikin wêrektir bûn. Li gorî daneyên Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê, Tirkiye di lîsteya îstismara zayendî ya zarokan de di cîhanê di rêza 3’yemîn de ye.

Ev yek jî nîşan dide ku bûyerên îstismarên zayendî pir zêde bûne. Îstismara zayendî ya zarokan be yan jî tecawizkirin be, kesên ku rastî wan sûcan hatibin gelek caran nikarin tiştê ku bi serê wan hatiye vebêjin. Tirsa ku heke aşkerabibe  wê sûcdar bibe li ser wan heye û ev jî rê dide ku bê dedeng bimînin. Tiştên ku di avahiyên girtî wekî yên terîqat û cematan de diqewimin gelek caran berî ku derkevin holê ser wan tê nixumandin. Ev yek bi hevkariya desthilatê û cemaatan pêk tê.

Zarok ji civakê dûr dikevin

Der barê vê mijarê de endama lijneya rêveberiyê ya saziya ROSA’yê Sûzan Îşbîlen ji rojnameya me re axivî. Sûzan Îşbîlenê di despêka axaftina xwe de dest nîşan kir ku îstismara zayendî, tevayî tevgerên ku zirarê dide laş, giyan û jiyana zarokan e û wiha got. “Bi taybetî îstismara zayendî tevgereke ku bandorê li jiyana zarokan dike. Zarokên ku rastî îstismara zayendî tên, xwe ji civakê dûr dikin û derûniya wan xira dibe. Ev dibin sedama ku ji perwerdehiya li dibisanan dûr bikevin, ji mezinan bitirsin. Der barê zêdebûna îstismara zarokan de jî Îşbîlenê wiha got: “Îstismara zarokan di van bîst salên dawî de li Tirkiyeyê 4 qat û nîv zêde bûye. Divê wisa bê nirxandin, zayendî tabû ye. Ev ne li Tirkiyeyê li her deverê cîhanê wisa ye. Mînak li welatên Ewropayê ev îstismarên zayendî li dêran zêdetir tên kirin. Ji ber ku di wê dêrê de jiyana zayendî ji bo ruhaniyan qedexe ye.”

Zarokan didin bawerkirin

Îşbîlenê diyar kir ku ev îstismara zayayendî li Tirkiyeyê piranî di nava cemaatan tên kirin û axaftina xwe wiha domand: “ Dema ku tabûyên olî û tabûyên zayendî hebin, ev cureyên zayendî li pişt deriyên girtî çêdibin. Li Tirkiyeyê jî ev yek pêk tê. Mînak, kesên ku di belavkirina olê de wezîfedar in, wek tabû xuya dikin. Em bêjin mamoste jî wisa tabû ne. Lê tabûya jiyanê ya ku ew qas berfireh e, axaftin lbi gelemperî qedexe ye û pir xwezayî ye, li derdorên veşartî tê kirin.  Kesên îstismara zayendî dikin jî pêşî zarokan tînin asta ku wê zarok bi wan bawer bibin. Dema zarok bi wan bawer dibin, li ser wê baweriya ku daye wan îstismarê dikin.”

‘Ev nêzîkatî şaş e’

Îşbîlenê da zanîn ku desthilatdariya AKP û MHP’ê desthilatdariya xwe bi riya cemaat û terîqatan  didomîne, wan diparêze û ev tişt got: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê herî zêde dengan ji terîqat û cemaatan digire. Bi riya cemaatan civakê qanih dike û xwe li ser wê ferz dike. Yek ji wan sedemên ku îstismar û tecawiz dibin jî ev e. Lewre jî kesên dixwazin îstismar û tecawizê bikin, bi gelemperî li wir ji xwe re cihekî peyda dikin. Zarokên ku bi îstismara zayendî re rû bi rû ne, mexdûriyetên cidî dibînin. Ji ber vê yekê hûn nikarin mîna zarokekî normal nêzîkî wan bibin.”

Pêkanînê keyfî

Îşbîlenê bi bîr xist ku wan 3-4 zarokên di vê rewşê de hatine saziya wan ew şandine navenda mafê zarokan a Baroya Amedê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wan dişînin baroyê navenda mafên zarokan ji ber ku di kar û baran de pispor in. Ev bûyer dibin sedema fikarên civakî. Ji ber ev ji berê ve di nav civakê de heye, jin û zarok rastî şîdet û destdirêjiya zayendî tên, ji ber vê yekê hin qanûn ji hêla Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê ve hatine amadekirin hene. Mînak Qanûna Lanzaroteyê zarokan diparêze heye. Çawa ku qanûna 6284’an, Peymana Stenbolê ye ku jin û zarokan diparêze, Qanûna Lanzaroteyê ku ji hêla gelek dewletan ve hatiye pejirandin heye. Niha jî îktidara AKP’ê bi komeke ku polîtîkayên bêcezakirinê yên îstismarkerên van zayendperestan diparêze ava kiriye, bi giştî li ser van 3 qanûnan disekine ku betal bike. Peymana Stenbolê serokkomar bi tena serê xwe rakir. Lê ev Qanûna Lanzaroteyê jî di bin tehdîdan de ye. Dixwaze van destkeftiyan ji holê rake û pêkanînên kêfî bike. Jin li dijî wan têkoşîneke bêhempa dimeşînin.”