spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kabîne nû ye lê pergal kevn e

Armanaca sereke ya kabîneya nû ya Erdogan ji aliyê aboriya şer û aktorên hundir û derve ve ku piştî sala 2015’an girantir bûn, pêk hat. Ew tenê hewldanek e ku sermaya navneteweyî piştrast bike.

Tirkiye di meha gulanê de çû ser sindoqan û serokkomar û parlamenter hilbijart. Erdogan di vê hilbijartinê de jî serî li dek û dolaban da û dîsa xwe da hilbijartin. Piştî hilibijartinê Erdogan kanîbeya nû ji raya giştî re aşkera kir. Her çiqasî di kabîneya nû de guherîn hebin jî ev kabîne bûye kabîneya şer. Di civîna yekem de nexşeriya hikumeta nû hat nirxandin. Hat diyarkirin ku civînê de rojeva sereke ya kabînê şer û qrîza aborî bû.

Endamê MYK’ê ya Partiya Çepên Kesk Samî Evren der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî. Evren got ku kiryarên deshilatdar yên piştî hilbijartinê bi ‘Planên Çongdanînê’ li dijî Tevgera Azadiyê re yek in û wiha got: “AKP stratejiya xwe ya ku pêşiya hilbijartinê dabû pêşiya xwe dewam dike. AKP êdî dizane ku tenê bi mijara ewlekariyê nikare stratejiya xwe bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê ji aliyekî ve polîtîkayên xwe yên ewlekariyê pêş dixe ji aliyê din ve jî dixwaze bi avakirina kurdbûneke nû têkoşîna azadiyê ji hundir de bifetisîne. Ev polîtîkayê ji aliyê dewletê ve dihat kirin û niha jî AKP dimeşîne. AKP niha hewl dide vê polîtîkayê bi awayekî berfireh pêk bîne. Di encamê de di rojên pêş de projeya hîzbûlkontraya ku di bîra gelê kurd de cih digire bi awayekî cuda em ê dîsa bijîn. Bi taybet dixwazin bal bikşînim ser wekheviya siyaseta siyonîzma Îsraîlê ya li dijî gelê Filistînê û ya AKP’ê. Helbet ji sedî sed ne wekî hev bin jî dişibin hev. Çawa ku bi avakirina Hamasê rêxistina Azadiya Filîstînê têk birin em dikarin bibêjin armanca wan jî ew e. Ew poltîkayên siyonîzmê niha li vir bi sunîbûn û umetbûnê bi nijadperestiyê geş dikin û wisa bi rê ve dibin.”

Evren diyar kir ku AKP hewl dide kurdên muhafazakar jî bixe nava burokrasî û pêkhateyên herêmê yên rantê û wiha domand: “Desthilatdarî li ser muhafazakarên kurd hewl dide bi rexneyên rastgir ên li ser bernameya siyasî ya laîk û wekheviya zayendî ya tevgerên çep, kurdên ku piştgirî didin têkoşîna azadiyê ji hev qut bike. Hewl tê dayîn ku kurdên deng dane AKP’ê bi riya HUDA-PAR û PDK’ê li Tirkiye û başûrê Kurdistanê bikin sixûr û bi hişmendiya sunîbûn û kurdbûnê li dora xwe kom bikin. Ji bo pêkanîna vê hişmendiyê dê pêşiya kurdan weke  ‘kurdên dost’ û ‘kurdên dijmin’ vekin û wan ji hev cuda bikin. Bi vî awayî dê ‘kurdên dijmin’ tasfiye bikin. Ev polîtîkayên ku ez tînim anî ziman dê bi destê HUDA-PAR’ê werin pêkanîn. Her çiqas di hilbijartinên heremî de hêzeke HUDA-PAR’ê ya bi vî rengî  tune be jî dê di vir de hêza diyarker AKP be.”

Evren, di dema hibijartinê de piştgiriya yên nezîkî PDK li başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku bi hez desthilatdar pêşwazîkirin bi bîr xist û wiha axaftina xwe domand: “Jixwe tê zanîn ku rêvebirên PDK’ê di xebatên hilbijartinê de bi awayekî aktîf piştgirî dane Erdogan. Hebûna wezîrên kurd di kabîneyê de ne tiştekî nû ye. Berê jî li vî welatî rêvebirên kurd hebûn. Lê belê vê carê em bi wê yekê re rû bi rû ne ku wezîr ji aliyê biyolojîk ve kurd in û bi siyaseteke cuda tên pêşkêşkirin.

Evren diyar kir ku şansê desthilatdariyê ku qeyrana aboriyê bi riya Mehmet Şîmşek çareser bike tune ye û ev anî ziman: “Armanaca sereke ya kabîneya nû ya Erdogan ji aliyê aboriya şer û aktorên hundir û derve ve ku piştî sala 2015’an girantir bûn, pêk hat. Ew tenê hewldanek e ku sermaya navneteweyî piştrast bike. Mehmet Şîmşek parêzvanê polîtîkayên neo-lîberal e. Ji bilî axaftina bi kurdî û parvekirina dîmenên kurdî li ser medyaya civakî û çareserkirina qeyranê tu jêhatîbûneke wî tune. Polîtîkayên teserûfê dê bên kirin. Şîmşek berê çi kiribe, wê niha jî wê bike.”