spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keynes jî were bêhûde ye!

Lewma ne “kurdê nekurdan” Mehmet Şîmşek, John Maynard Keynes jî ji mezel rabe, dê aboriya vî welatî bi xwe ve neyê. Ji lew re aborî jî di nav de, meseleya vê komarê meseleyeke binyadî ye

Ji dîroka Tirkiyeyê eyan e ku deh salan carekê krîzên aborî çêdibin. Lewma ger meriv bibêje, dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka krîzan e, ez dibêjim wê ne şaş be. Heçî meraq bikin an jî bi fikar nêzî vê tespîtê bibin, fermo dikarin kêliyekê dêhna xwe bidin dîroka vê “komar”ê. Kesên tên ser kar, ango dibin talibê birêvebirina vê dewletê jî, îşaret bi vê yekê dikin û wiha tên. Lê gava diçin jî, li dû xwe karesateke ji ya beriya xwe mezintir dihêlin û diçin.

Destilata heyî jî, wekî tê zanîn, piştî krîza 2001’ê hat. Heya radeyekê bi awayekî wê krîzê pîne kir û hewl da ku wê nedîbar bike. Ta ku textê xwe hinekî saxlem kir. Lê halî hazir, niha ji yên beriya xwe bêtir di nava krîz an jî krîzên piralî de ye. Bi awayekî dîtir, karesata heyî kûrtir kir. Çendî hewl dide bi “ilmê” xwe yê aboriyê ku zanista aboriyê ya heqîqî wê red dike, bi pîneyan an jî qulopiloyan wê nedîbar bike û zemq bike jî lê ev zemq e, deyaxkirina wê heya radeyekê ye. Paşê dibêje teppp û dikeve.

Pîneyê ketî, bi xwe re kuneke mezintir çêdike. Ev kun, her diçe firehtir dibe. Tew ger meriv bibêje, ev komar heya niha bi karesateke wiha re rû bi rû nemaye, wê ne şaş be. Û meriv bibêje mesele êdî bûye nexweşîneke kronîk, wê di cî de be.

Mesele yan jî nexweşiyên kronîk, bi pîne yan jî dermanan dikarin heya wextekê li ser nigan bisekinin û teqlan li çerxa xwe bixin. Lê ev sekinandin û teqillêxistin, ne têkûz in. Eynî wekî atiyê ne. Te dît ji nişka ve gotin tep û ketin!

***

Di hilbijartinên vê dawiyê de, yên giştî û serokkomariyê, civaka tirk car din armancên xwe yên aboriyê paşguh kir. Ber bayê armancên siyasî yên desthilata heyî ket û car din vê desthilata ku tim wê bi atiyê dixe, bijart. Piştî hilbijartinê jî, kabîneya wezîran hat çêkirin û panzdeh wezîrên nû di kabîneyê de cih girtin. Yek ji van jî Wezîrê Xezîne û Maliyeyê ye ku berê jî di bin banê vê desthilatê de wezîrtî kiribû. Bi hatina vî wezîrê re hin derdor dest bi nîqaşê kirine ku wê aboriya Tirkiyeyê baş bibe, wê aramî çêbibe û dest bi xeyalên rojên xweş dikin.

Ma Mesîh e! Na..! Ev, xeyal bêhûde ne. Ev, xwexapandin e. Her tişt li holê ye û eyan e.

Ji lew re meseleya aboriya Tirkiyeyê ne ew mesele ye ku bi wezîran çareser bibe. Belkî komîk be lê çareser bûbûya, wê bi aborîzanê meşhûr Kemal Dervîş çareser bûbûya ku AKP’ê heya radeyekê reçeteya wî ya aboriyê ji xwe re esas girt û heya wextekê pê îdare kir. Lê piştî ku reçeteya Dervîş a demkî jî xitimî, desthilat jî xitimî û serî li teoriyên eletewş ên li dijî zanista aboriyê da û birîna heyî xedartir dike.

Lewma ne “kurdê nekurdan” Mehmet Şîmşek, John Maynard Keynes jî ji mezel rabe, dê aboriya vî welatî bi xwe ve neyê. Ji lew re aborî jî di nav de, meseleya vê komarê meseleyeke binyadî ye. Heya meseleya sedsalî, meseleya kurd û bi vê re jî meseleya civakî û siyasî hebe, dê ev welat her tim bi atiyê bikeve. Dê aboriya vî welatî her aboriyeke şikest be, her aboriyeke nanoziko be. Dê prîma rîskê wê ya ku tu veberhênan pêbaweriyê naynin û silavê jî nadinê, her zêde bibe.