22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tolhildana ji mêtingeriyê bi riya hunerê

Sîpan Şînda

Argûmentên ku di vê klîpê de hatıne bikaranîn û peyamên têne dayîn, ji aliyê vejandina kevneşopiyê, xwedî lêderketina nirx û giyanê neteweyî û tolhildana nifşên nû ji dagirkerên Kurdistanê distîne, dihewîne

Bê guman şoreşa Rojava di jiyana gelê kurd de ji hemû alî ve qonaxeke nû ye û gelekî mezin e. Ji beriya şoreşê, li Rojava hişmendiyeke kurdewarî hebû lê belê çand û hunera kurdî, nirx û nêrîtên kurdewarî di bin zor û zexta pergala Beasê de bûn û bi awayekî sîstematîk dihate windakirin. Bê şik, armanca vê zor û zextê û pêstûriya (zorbetî) sîstematîk, tunekirin û ji holê rakirina nasname, çand, huner, netewe û kesayetiya kurd û kurdewariyê bû.

Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir û DAIŞ’ê êrîşî kurdan kir, kurd ketin qonaxeke nû. Rast e gelek gund û bajar hatin xirakirin û gelek canên ciwan ketin li ser xaka Rojava lê belê azadî ne hêsan e û berdêlên wê jî giran in. Li Rojava, ji aliyekê ve şerekî gelek dijwar hebû, ji aliyê din ve jî di warê çandî û hunerî de têkoşînekê û zindîkirina kevneşopiyê dest pê kiribû. Di warê çandî û hunerî de birêxistinkirin pêş diket û ji bo sazîbûnê gav dihatin avêtin. Vê yekê jî germiyek dixist nava civaka Rojava û kesên di warê hunerî, çandî û civakî de xemxur êdî ketibûn nava liv û tevgerê ji bo wê kevneşopiya kurdewarî ya gelekî xurt şûnde vegerînin zend û bendên xwe badan.

Çawa şervanan di çeperan de li hemberî neyaran şer dikirin, wan jî di çeperên parastin û vejandina çand û hunera kurdî ya qedîm de cihê xwe girtin û dest bi xebatê kirin. Yek ji van çeperên pêşîn hate vekirin jî Hunergeha Welat e. Bê guman vê saziya lêkolînê ya hunerî û çandî heta niha li Rojava gelek karên hêja kirine. Çepereka din a xurt ku di vî warî de hatiye avakirin jî Pargîn e. Pargînê ji weke Hunergeha Welat gelek kar û xebatên hêja kirine heta niha. Ez dixwazim li ser berhemeke wan bisekinim.

Bê guman klîpa Nazê Nêrgiza Hewşê (2021) ya ku Şervan Badînî straye, meqamê wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin û derhêneriya klîpê Şêro Hindê kiriye û ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye pêkanîn û belavkirin gelekî serkeftî bû. Dîsa bi derhêneriya Şêro Hindê û bi dengê dengbêj Qasimê Şero, di 2023’yan de Pargînê klîpeke din a bi navê Cer weşand. Strana Cer, straneke gelêrî ye û li aliyê Botanê tê gotin. Ev stran ji weke gelek stranên gelerî ber bi windabûnê ve bû lê belê bi saya serê Pargînê ew ji mirinê xilas bû û hate tomarkirin û klîpa wê jî hate çêkirin. Di zarokiya min de, rehmetiyê bavê min her tim ev stran di palehiyê de, di dawetan de digot. Ev stran gelek caran dihate bîra min lê belê piştî mirina bavê xwe min ew ji tu kesî nebihîstibû heta ku Pargînê ew di YouTubê de weşand. Mixabin hinek kes ne tenê dimirin, bi mirina wan re mîrateyek jî dimire. Piştî ku min strana Cer û klîpa wê dît ez gelekî kêfxweş bûm. Klîpeke balkêş û watedar e. Klîp hem kevnoşopiyê û straneke li ber mirinê darîçav dike û hem ji bi riya vê stranê peyamên girîng dide dagirker û mêtîngeran.

Weke tê zanîn Kurdistan demeke dirêj di bin desthilatdariya Osmaniyan de maye. Her çend ne bi awayekî yekgirtî be ji lê belê ew di bin serweriya çend mîrektiyan de nîv serbixwe dihate birêvebirin. Di vê klîpê de dagirkirin û mêtîngeriya ji demê Osmaniyan ve heye û hetanî niha dewam dike, tête nîşandan. Klîp bi hebûna leşkerên osmanî ya li ser axa Kurdistanê dest pê dike. Nîşandana çand, dawet û dîlanên kurdî, şiklê jiyana kurdan a civakî di klîpê de baş hatiye darîçavkirin. Leşkerên osmanî yên dagirker di klîpê de talanê dikin û radihêlin, nirxên kurdan ên civakî û neteweyî. Ew xurûr û hisyeta kurdan dişkîne û radihêline namûs, mal û milkê wan. Hevkariya kurdan a bi mêtîngeran re jî bi awayekî aşkera hatiye nîşandan. Her wiha nifşên nû yên tolhildêr jî di klîpê de bi awayekî xurt tête nîşandan. Keçên kurd ên bicilûbergên leşkerî û çek û rext hatine pêçan weke tolhildêr têne nîşandan. Ew di heman demê de weke nifşeke bi çanda neteweyî ve jî girêdayî têne nîşandan. Piştî ku leşkerên osmanî çav berdidin namûsa kurdan û êrîşî nirxên wan dikin û xurûra wan dişkîne (ev yek bi şikandina Cerî tête nîşandan) gel radibe serhildanê. Çawa gel radibe serhildanê û bi dar û beran dide pey wan û ew revreva direvine û xwe li tiştên xwe jî nakin xwedî. Ji aliyê din ve şervanên kurd û dawetkarên bicilûbergên neteweyî destê xwe didine hev û li hemberî dagirkeran bi hevre dîlanê digirin. Her wiha, gel, kesên ku hevkariya mêtingeran jî kirine digir û wan ceza dike.

Argûmentên ku di vê klîpê de hatine bikaranîn û peyamên têne dayîn, ji aliyê vejandina kevneşopiyê, vegera rayên neteweyî, xwedî lêderketina nirx û giyanê neteweyî û tolhildana nifşên nû yên ji dagirker û mêtîngeran ku bi sedan salan e li ser Kurdistanê talanê dikin, bi awayekî serkeftî hatiye honandin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê