5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK’ê bêçalaktiyê bi dawî kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî pêvajoya bêçalakatiyê ku piştî erdhejê dabû destpêkirin û di hilbijartinê de dirêj kiribû, bi dawî kir.

Di 6’ê Sibatê de navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê du erdhejên mezin pêk hatibûn. Erdhejê li 11 bajarên bakurê Kurdistanê kiribû û zêdetirî 50 hezar kes di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di vê pêvajoya ku tevahiya bakurê Kurdistanê sefer bûbû de Konseya Rêveber a KCK’ê jî biryara bê çalakitiyê dabû. KCK’ê dabû zanîn ku heta Tirkiye êrîşî hêza wê neke wê hêzê wê li tu deverî çalakiyan nekin û banga piştevanî û piştgiriyê mexdûrên erdhejê kiribû.

Piştî erdhejê KCK’ê vê biryara xwe heta hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kiribû.

Artêşa tirk tevî biryara KCK’ê jî navber neda êrîşên xwe û j pêvajoya erdhejê heta hilbijartinê bi sedan êrîş li dijî hêzên KCK’ê pêk anîn. Ji ber ku van êrîşan hê jî didomin KCK’ê der barê biryara xwe de daxuyaniyeke nû da û pêvajoya bêçalakiyê bi dawî kir.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de êrîşên artêşa tirk ên li dijî hêzên xwe bi bîr xist û destnîşan kir ku heta faşîzma AKP-MHP’ê neyê hilweşandin tu pêşketin çênabe û xwest ku têkoşîna li dijî desthilata AKP-MHP’ê hê bêtir bê mezinkirin.