spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zanîngeh veguherandine bazirganxaneyan

Xwendekarên Zanîngehê diyar kir ku zemên pêşî li wan nayên girtin, peşiyê li mafê perwerdehiyê dixe û gotin ku zanîngeh veguherandine bazirganxaneyan.

Ji ber bihabûna kirêyan û heqê wargehên xwendekaran ên taybet, xwendekar bi pirsgirêka hêwirandinê re rû bi rû ne. Xwendekarên zanîngehan, pirsgirêkên ku ew bi wanrerûbirû dimînin û daxwazên xwe anîn zimên.

Xwendekarê Beşa Endezyariya Fîzîkê ya Zanîngeha Medeniyetê Hîlmî Erdem, anî ziman ku ji bo karibe debara xwe bike hefteyê 3 rojan dixebite. Erdem bi lêv kir ku ji ber vê nikare li ser dersên xwe hûr bibe û got: “Ev yek hem bandorê li jiyana min a civakî hem jî ya perwerdehiyê dike. Ger nexebitim ez ê nikaribim heqê kirêya xanî û fatûreyan bidim. Ez ê vê hefteyê biçim li du kargehên cuda bixebitim.”

Bi heftane odeyan kirê dikin

Erdem diyar kir ku bûrsa ku ew distîne têra wî nake û got ku ji ber ku dixebite nikare li dersên xwe bixebite. Erdem destnîşan kir ku ji ber vê bûrsa wî veguheriye krediyê û got: “Bûrsa me hezar û 200 lîre ye. Ev di hefteyê de diqede. Êdî xwendekar hefane odeyan kirê dikin. Berprisê vê rewşê hikumet e”.

Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Mehmet Nazim Oztoprak jî bi lêv kir ku ji ber enflasyonê nikariye materyalên xwe yên perwerdehiyê bikire û vê yekê bandor li dersên wî kiriye. Oztoprak destnîşan kir ku fiyetê çavkaniyên perwerdehiyê pir biha ne û got: “Lewma em nikarin pirtûkên dersan bikirin û sekte li perwerdehiya me dikeve. Xwendekar ne robot in. Berprisiyariya xwendekarên zanîngehê tenê ne ders in. Divê çalakiyên wan ên civakî jî hebin. Ji bo vê jî aborî divê.”

Wê tu car serî netewînin

Xwendekara Beşa Gastronomiyê ya Zanîngeha Gelîşîmê ya Stnebolê Bûse Ataş jî destnîşan kir ku aboriyê tenê ne xwendekar, bandorê li tevahiay civakê dike. Ataş bal kişand ser bihakirina bihayê zanîngehan û got: “Min par 38 hezar TL xerca zanîngehê da lê îsal min 78 hezar da. Ev zemên tên kirin, derbeya li gel e. Hikumet li hemberî gelê xwe mekanîzmayeke parastinê ya wiha esas digire. Ev ne rast e. Em ê serî netewînin. Ez bang li welatiyan jî dikim ku serî netewînin.”

Weke bazirganexaneyan muamele dikin

Xwendekarê Beşa Gastronomiyê ya Zanîngeha Gelîşîmê ya Stenbolê Samet Ozmen jî bal kişand ser bihakirina bihayên zanîngehan. Ozmen destnîşan kir ku zanîngeh veguherîne navendên bazirganiyê û got ku xwendekarî pir zor û zehmet e. Ozmen bi lêv kir ku perwerdehî mafê herî bingehîn û xwezayî yê xwendekaran e û got: “Hûn nikarin perwerdehiyê bi pereyan bifiroşin. Em vê yekê qebûl nakin.”