3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo pêvajoyeke nû KNK’ê ji Amerîkayê piştgirî xwest

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, destnîşan kir ku ji bo pirsa siyasî û demokrasiyê ya li Tirkiye û herêmê ji Amerîkayê piştgirî xwestine û ev tişt got: “Li bakurê Kurdistanê pêwîste ku çareseriyeke siyasî bê dîtin. Ji bo vê jî divê ku pêvajoyeke nû ya bi diyalogê dest pê bike. Di vê çarçoveyê de divê aktorên sereke muxatab bên girtin.”

Di 18’ê îlonê de di pêvajoyeke nû, Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs ji bo hin hevdîtinan çûbû Amerîkayê, êrîşeke çekdarî li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Hewlerê hat kirin. Di êrîşê de endamê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbun hat kuştin. Cenazeyê Bulbun di 22’ê îlonê de bi tevlîbûna bi sedan kesan li navçeya Gever a Colemêrgê hat veşartin. Tevî ku heta niha der barê êrîşê de gelek nirxandin hatine kirin jî PDK’ê hê tu daxuyanî nedaye û êrîşê şermezar nekiriye. Ev helwesta PDK’ê ji aliyê gelek derdorên kurdan ve weke hevkariya bi dewleta tirk re tê pênasekirin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, têkildarî serdana xwe ya Amerîkayê, êrîşa li dijî nûnertiya wan a li Hewlerê û bêdengiya PDK’ê ya der barê êrîşê de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên berfireh û girîng kirin. Hevserok Ahmet Karamûs, diyar kir ku weke KNK cara yekemîn e bi awayekî fermî serdana Amerîkayê dikin û wiha got: “Di nav 7-8 salan de KNK’ê carekê dîsa heyetek şandibû Amerîka lê hevdîtinên wê demê weke vê hevdîtina me berfireh û fermî nebûn. Hevdîtina me li ser daxwaza me ya ji rayedarên Amerîikayê pêk hat. Me daxwaza hevdîtinê ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Kongre, Senato û saziyên nêrînê yên Amerîkayê kir. Bi deverên ku me pêwîst dît re bi awayekî fermî hevdîtin pêk anîn.”

Şert û mercên nû

Karamûs, der barê armanc û sebebên wan ên serdanê de ev nirxandina berfireh kir:

“Tevgera azadîxwaz a gelê kurd di qonaxeke cidî û metirsîdar re derbas dibe. Li hêlekê di 10-15 salên dawîn de li Rojhilata Navîn di rewş û konjoktura siyasî de bi destwerdanên Amerîka û çendîn welatên din ên endamên Koalîsyona Navneteweyî guhertin çêbûn. Piştî salên 2000’î li Rojhilata Navîn rewşeke taybet derket holê. Berê tu roleke cidî ya kurdan di nav aliyên dinyayê de tunebû. Lê îro kurd bi hêz û beşên cuda yên ji bo istikrara Rojhilata Navîn dixebitin re di têkiliyê de ne.

Em baş dizanin ku şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de rewşeke nû derxistiye holê û bloqeke nû çêdibe. Bi vê rewşê re rola Tirkiye, Îran û çendîn welatên din li Rojhilata Navîn tê guhertin. Ev jî dibe sedem ku pozîsyon û hevsengiya li herêmê biguhere. Ji ber vê sebebê jî Tirkiye hem dixwaze ji şerê Ûkrayna û Rûsyayê hem jî dixwaze ji rewşa Rojhilata Navîn sûd werbigire. Di vê çarçoveyê de Tirkiye armanc dike destkeftî û statuya kurdan a hatiye bidestxistin tasfiye bike.

Ji ber van sedeman me xwest em serdana Amerîka bikin û li gel rayedarên amerîkî bişêwirin û danûstandinê bikin. Me xwest em rewşa li herêmê bi wan re şîrove bikin û hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo Tirkiyeyê ji wan alîkarî bixwazin û bi rêyên siyasî çareseriyê bikin rojevê. Serdan û hevdîtinên me yên li Amerîka baş derbas bûn.”

Êrîşên li Başûr û Rojava

Di berdewamê de Karamûs, bi lêv kir ku gelek mijar bi rayedarên amerîkî nîqaş kirine û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Di demên dawîn de dewleta dagirker bi awayekî berfireh êrîşî Tevgera Azadiyê ya gelê kurd dike. Hedef dike ku başûrê Kurdistanê dagir bike. Jixwe heta niha li herêma Behdînan gelek dever dagir kirine û baregehên xwe yên leşkerî û siyasî bi cih kiriye. Ev jî bi alîkarî û qanihbûna PDK’ê pêk hatiye. Ji ber ku wê ev helwesta PDK’ê bandora xwe li ser beşên din ên Kurdistanê jî bike ji hêla me ve nayê qebûlkirin.  Armanca wê ew e ku tevahiya Rojava dagir bike û kurdan ji wir tasfiye bike. Mebesta wê ew e ku li rojavayê Kurdistanê tu statuyeke kurdî û xweseriyek qebûl neke. Ev rewş heta radeyekê li rojhilatê Kurdistanê jî derbasdar e. Ev mijarên sereke yên hevdîtinên me yên bi amerîkayan re bûn. Me xwest em nêrînên xwe yên der barê van mijaran re bi rayedarên Amerîkayê re parve bikin.”

Tecrîd û çareserî

Karamûs, destnîşan kir ku pirsa siyasî û demokrasiyê ya li Tirkiye û herêmê bi amerîkayan re nirxandine û xwestine ku li dijî planên Tirkiye û Îranê koalisyona navneteweyî ji bo çareseriyeke siyasî hê bêtir li herêmê bi cih bibe û ev agahî dan: “Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên bi teknîka herî pêşketî me ji koalisyona navneteweyî xwest ku helwesteke wisa raber bike ku Tirkiye dev ji êrîşên xwe berde. Li bakurê Kurdistanê pêwîste ku çareseriyeke siyasî bê dîtin. Ji bo vê jî divê ku pêvajoyeke nû ya bi diyalogê dest pê bike. Di vê çarçoveyê de divê aktorên sereke yên di pirsgirêka kurd de muxatab bên girtin. Yek ji van muxataban jî birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo pêşîgirtina vê aktoriya birêz Ocalan tecrîdeke mutleq danîne ser. Ev jî yek ji mijara me ya bi rayedarên amerîkî re bû.”

Yekitiya neteweyî

Ji bo yekitiya neteweyî û hewldanên Amerîka yên vê der barê de jî Karamûs, got ku demeke dirêj Amerîka xwestiye ku rê û rêbazeke bibîne ku tevgerên kurd bikaribin bi hev re danûstandinê bikin û wiha pêde çû: “Yanî Amerîka xwest pirsgirêkên di navbera partiyên Rêveberiya Xweser û partiyên ENKS’ê de çareser bike. Lê ENKS li gorî ajandaya dewleta tirk tevgeriya. Ji ber vê jî li gorî min êdî Amerîka û koalisyona navneteweyî jî gihiştine wê qeneetê ku wê bi vê rêbazê yekrêzî çenebe. Ji ber vê sedemê jî li gorî mine w hewl û koordînekirina van hêzan ne tiştekî rast e. Şert û mercên vê yekê jî tune ye.

Yekitiya neteweyî bi hêzên ku di berjewendiyên gelê Kurdistanê de peydakirina statuyekê, mîsogerkirina ziman, çand û xwerêvebirinê dixwazin re pêkan e. Lê ENKS dûrî vê yekê ye. Di rojeva Amerîka û koalîsyonê de rojeveke bi vî rengî tuneye. Me ji Amerîka xwest ku yekrêzî di nav her du hêzên sereke yên Başûr de pêk bîne. Weke KNK hewldanên me jî yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hene. Heke ev mesele çareser bibe wê bandora xwe li yekitiye neteweyî ya her çar parçeyên Kurdistanê jî bike.”

Dewleta terorîst

Karamûs, der barê êrîşa li dijî nûnertiya wan a li Hewlerê hat kirin de jî ev nirxandin kirin:

“Erîşa li dijî nûnertiya me ya li Hewlerê ne êrîşeke ji rêzê bû. Beriya niha jî li dijî endamên me yên li Başûr ji aliyê MÎT’a tirk û kesên ku ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ji Tirkiyeyê re sîxurtiyê dikin ve êrîş hatin kirin. Di qonaxa dawîn de dewleta tirk hemû norm û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Dewleta tirk bi êrîşê hem qanûnên xwe hem jî peymanên navneteweyî bin pê kiriye. Êdî bi her awayî serî li rêbazên terorîzmê dide û bûye dewleteke terorîst. Êrîş li dijî kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Tirkiye peyam dide ku hebûna kurdan qebûl nake. Kurd bi her awayê xwe di hedefa dewleta tirk de ne. Ji ber rol û rista wê hedefgirtina KNK’ê  hedefgirtina hemû gelê kurd e. Tehemûla wan bi xebateke mîna KNK’ê re tuneye. Ev nîşan dide ku xebatên KNK’ê dewleta tirk aciz dikin.  

Li Hewlerê ne pêkan e ku kesek bi tena serê xwe êrîşeke bi vî rengî pêk bîne. Nûnertiya me 24 saetan ji aliyê Asayîş û Parastinê ve tê şopandin. Tevî vê yekê jî Başûr xwe bêdeng kir û derbarê mijarê de ne daxuyaniyek dan ne jî êrîşê şermezar kirin. Ev ji hêla desthilata Başûr ve îqrareke.

Me gelek bedel dane û em ê bidin jî. Lê divê êdî dijmin jî fêm bike em teslîm nebin. Ez bi hêvî me ku hemû partî û tevgerên kurdan, kesayitên xwedî wijdan li dijî êrîşên ku hebûna gelê kurd dikin hedef derkevin.”