28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnameger Orûç biryara berdanê hat dayîn

Danişîna doza rojnameger Mehmet Şah Orûç li Dadgeha Bedlîsê hat dîtin û heyeta dadgehê biryara berdanê da.

Rojnameger Mehmet Şah Orûç, di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de di 25’ê nîsanê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin û der barê wî de doz hatibû vekirin.

Duyemîn danişîna doza Orûç li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê der barê Orûç de biryara berdanê da.

Li bendê ye ku Orûç piştî 6 mehan ji girtîhê bê berdan.