spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Firat Can û Mehmet Şah ji girtîgehê azad bûn

Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan ê li Enqereyê girtî û Mehmet Şah Oruç ê li Amedê girtî, îro piştî derketin pêşberî dadger, dadgehê biryara berdana wan da. Mehmet Şah Oruç û Firat Can Arslan ji girtîgehê azad bûn

Rojnamevan û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Şah Oruç ku li Amedê girtî bû û Firat Can Aslan ku li Sîncanê girtî bû ji girtîgehê azad bûn.

Firat Can ji girtîgeha Enqereyê azad bû

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan ê tehliye bû, ji Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa F a Sîncanê derket. Malbata Arslan, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê, parêzerên Arslan û endamên Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Arslan li ber girtîgehê pêşwazî kirin.

Silavên Abdurrahman Gok anîn

Rojnamevan Mehmet Şah Orûç di 25’ê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” polisan ew binçavkir kiribû. Dadgehê jî biryara girtinê dabû û şandibûn girtîgehê. Îro danişîna doza Mehmet Şah Oruç li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Bedlîsê careke din pêk hat. Dadgehê der barê Orûç de biryara berdanê da. Malbat, heval û hempîşeyên Oruç li pêş Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê Oruç pêşwazî kirin. Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û hevpîşeyên Orûç amade bûn. Orûç li ber girtîgehê axivî û got ku 6 meh berê rojnamevaniya wan hatiye krîmînazlîdekirin. Orûç destnîşan kir ku rojnamevanî ne sûc e û bibîr xist ku Edîtorê MA’yê Abdûrrahman Gok di girtîgehê de ye û silavên xwe jê re şand.

Orûç herî dawî got: “Em careke din dibêjin, rojnamevanî ne sûc e. Bijî çapemeniya azad.”