28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo rojnameger Yildiz daxwaza ceza hate kirin

Dozger di danişîna doza rojnameger Nazlican Nûjîn Yildiz ku ji ber daxuyaniyên dema xwendekariya xwe de tev li bûye tê darizandin de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” ceza xwest.

Bi hinceta dema xwendekar bûye tev li daxuyanî û aktîvîteyan bûye bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li nûçegîhana JINNEWS’ê Nazlican Nûjîn Yildiz doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 21’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Nûjîn û parêzerên wê li di danişînê de amade bûn. Hevalên Nûjinê jî doz şopandin.

Danişînê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzeran xwestin şertê kontrola edlî li ser Yildizê rabe û metaryalên dîjîtal ên aydê Yildizê bên teslîmkirin.

Dozger, di mutalaaya xwe de angaşt kir ku Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad ku Yildiz di dema xwendekariyê de di nav de bûye bi fermana rêxistinê hatiye avakirin. Dozger ê xwe spart îfadeyên şahid Bûse Aslan û şahidê veşartî Dokûz, got ku Yildiz bi fermana rêxistinê tevgeriyaye û xwest bê cezakirin. Parêzerên Yildiz ê ji bo li dijî mutalayê parastinê bikin daxwaza demê kirin.

Heyeta dadgehê biryara berdewama qedexeya derketina derve û rakirina şertê kontrola edlî ya îmzeyan da û danişîn taloqî 7’ê kanûnê kir.